Partiya Keskan destek da daxwaza Leyla Guven

Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Keskan a Elmanyayê Jamîla Schafer û parlamentera federal Canan Bayram daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ew destekê didine daxwaza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.

Desteka navnetewî ya li çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven didome, ku Leyla Guven ev 128 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ye.

Herî dawî ji Partiya Keskan a Elmanya ku yek ji partiya muxalefetê ye, destek ji bo daxwaza Guven hate nîşandan û her wiha hate xwestin ku tecrîda li ser Ocalan rabe. Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Keskan a Elmanyayê Jamîla Schafer û parlamentera federal Canan Bayram daxuyaniyeke hevpar dan û destek dane daxwaza Guven, hate gotin Tirkiye divê vegere ser rêgezên dewleta hiqûqê.

Du jinên siyasetmedar diyar kirin ew ji rewşa tendiristiyê ya Guven ku ji 7'ê Mijdara 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye, bi fikar in û ji bo ku daxwaza Guven, tecrîd were rairin, banga diyalogê li aliyan kir.

'TECRÎD DIJMIROVÎ YE'

Schafer di daxuyaniyê de got, ew destekê didine daxwaza Guven, ji bo çareseriya pirsa Kurd divê pêvajoya diyalogê dest pê bike û tecrîd rabe û wiha got. ''Tecrîd li dijî mafê mirovan e, li ti deverê, li girtîgehê jî be, divê mirov tecrîdê li ser kesî daneyne.'' 

Schafer bi berdewamî got,beriya hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê yên li Tirkiyê AKP êrîşê dibe ser kêmaran û wiha dixwaza atmosfera tirsê biafirîne. Endama Meclîsa Federal Canan  Bayram jî got di hilbijartina xwecih de divê namzet xwedî heman derfetan bin û got, ''Li Tirkiyê yên ku  têkoşîna demokrasî û hiqûqê didin em li cem wan in.''