PAJK’ê li ser ferzkirina cilên yek reng daxuyanî da

Koordînasyona PAJK’ê derbarê ferzkirina cilên yek reng a AKP’ê ku li ser girtîgehan daxuyanî da û got, ‘’Em van kirinên hov î faşîst ên AKP’ê şermezar dikin, em dibêjin a ku wê serfiraziyê bîne rastiya jina berxwedêr û civaka berxwedêr e.’’

Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got ferzkirina yekrengiyê ya ku ev demeke tînin rojevê nîşan dide ku faşîzma AKP’ê ji dîrokê ti ders wernegirtiye.

Koordînasyona  PAJK’ê wiha got: ‘’Polîtîkayên yekrengkirinê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li ser girtiyên PKK-PAJK’ê dikin, asta herî jêr a çaresernekirina dîktatoriya yek zilamî ya AKP’ê ya faşîst e. AKP ya ku bi zext û zordariya li ser gel xwestî serweriya xwe qeyîm bike li pêşberî berxwedaniya gel neçar maye û ji bo vê jî di serî de jin bi tang û topan bi ser gel de çûye û berê xwe daye komkujiyê. Bi sedan jin û ciwan û zarokê ku bi wan nekarî ji êşkenceyan derbas kiriye û bi rengekî fizîkî ew dîl girtine. Faşîzma AKP’ê ku li pêşberî berxwedaniya li zindanan a ku ji nasnameya xwe, ji çanda xwe nehatine xwarê careke dî têk çûyî, polîtîkayên xwe yên êrîşkariyê berfirehtir kiriye û dûveka hişmendiya xwe ya yekparêz cilên yek reng û hwd. anîye rojevê û vê ferz dike.

Koordînasyona PAJK’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku çanda berxwedanê ya 40 salî ya têkoşîna wan a azadiyê heye û gel û milîtanên wan ên pêşeng ti caran serî li ber ti ferzkirinên dewleta Tirk netewandine û ji sala 1980’î ve ev nîşan dane. PAJK’ê bi domdarî got rastiya berxwedan û lehengiyê ya ku di van salan de hatî nîşandan, xeta berxwedan û têkoşînê ya li dijî zindanê derxistiye holê û ev xet li her qadê û her demê bûye perspektîfa têkoşîna wan, xeta berxwedanî û têkoşînê ya li dijî darbeya 1980’yî di serî de ji têkoşîna gerîla û artêşbûn ji her qadê re bûye ronkahî.

Her wiha Koordînasyona PAJK’ê diyar kir di şexê pêşengên têkoşînê Mazlûm Dogan, Kemal Pîrz, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de, şêwaza jiyana şoreşger a îdeolojiya PKK’ê û kesaatiya wê pêk aniye. Her wiha li dijî darbeyê berxwednaiya Sakîn Cansiz, Sara jî nîşan daye bê ka têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê bi çi rengî ye.

PAJK’ê wiha domand: ‘’Nirxandina Rêber Apo, ‘jiyana Sakîne xeta têkoşîna jinê ye’ xeta jiyan û têkoşînê ya hevrê Sara nîşan dide.  Ev xeta berxwedaniyê ya ku di dîroka me de hatî nîşandan nîşan daye ku faşîzm bi ser neketiye. Ev teqez e ku îro jî wê bi ser neveke û negihije armanca xwe.’’

PAJK’ê bi domdarî got: ‘’Krîza ku AKP ketiyê li ber çavan e. Vê krîza xwe bi kirinên zext û zordariyên yên li ser gel girantir dike. Tişta ku bi qirkirina fizîkî nekarî bi dest bixe niha jî li nav çar dîwaran bi ferzkirinan, bi zext û zordariyan dixwaze pêk bîne. Yekrengkirin bi armanc şikandina vînê ye. Tiştek heye ku faşîzm ji bîr dike; hemû rêbazên bi girtinên asîmîlekirin, rehabîlîtekirin û yekrengkirinê yên li Tirkiyê tim li dewletê vegeriyaye, yê serkeftî jî her bûye helwesta vînî û rûmetî ya berxwedêrên azadiyê.

Em vê kirina faşîst î hov a AKP’ê şermezar dikin, em dibêjin a ku wê serfiraziyê bîne rastiya jin û civaka berxwedêr e.’’