Kongra Star: Em li dijî cezayên îdamê çalakiyan bidomînin

Meclîsa Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin heta cezayê darvekirinê were betalkirin.”

Meclîsa Kongra Star têkildarî cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvan Pexşan Ezîzî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta Îranê bi zihniyeta xwe ya otorîter û despotîk, siyaseta xwe ya çewisandinê yên li dijî her kesê ku gotina heqîqet û azadiyê bîne ziman û bi taybetî li hemberî jinên berxwedêr didomîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara darvekirinê ya li dijî çalakvan Pexşan Ezîzî rûyê rastîn ê pergala meleyan aşkere dike. Hate diyarkirin ku ev dewlet hewl dide bi rêya pêkanîna zextan li ser gel û jinan krîzên xwe yên bi derve re binxumîne.

Di daxuyaniyê de Pexşan Ezîzî wekî "sembola jina azad a li hemberî alava çewsîner têdikoşe" hat pênasekirin. Bang li tevahî jin û civakan hate kirin ku li hemberî siyasetên pergala despotîk û qirkirinê têkoşînê mezin bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em ê çalakiyên xwe berdewam bikin heta cezayê darvekirinê were betalkirin û siyasetên qirkirinê yên li dijî îradeya jin û civakên azad werin bidawîkirin."