Di 6’ê Çileyê de li bajarê Bokanê ya Rojhilatê Kurdistanê zarokek keç a 6 salî ya bi navê Niyan Chalabianî rastî destdirêjiyê hat û piştre hat qetilkirin.
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi tundî zîhniyeta êrîşkar û destdirêjiya li hemberî zarok û jinan şermezar kir.
KJAR’ê helwesta gelê Bokanê ya li dijî vê hovîtiyê silav kir û got, “Helwesta gelê me yê Bokanê, bi temamî heqîqeta gelê me yê birûmet, birêgez û biexlaq ya gelê Kurd îfade dike. Gelê Rojhilat di dîroka xwe de dewamî li hember hişmendiya êrîşkar xwedî helwest bûye û xwe parastiye. Her wiha ji gelê Îranê re pêşengtî kiriye û bûye nimûneya gelê ku tu carî li hember tecawizkarî serî natewîne û bêdeng nemaya. Gelê Rojhilatê Kurdistanê, ew gel e ku di şexsê Şilêr Resûlî de ber bi şoreşa ‘JIN JIYAN AZADÎ’ ve gav avêt û rejîma Îran ber bi hejandinê ve bir.”
KJAR’ê, destnîşan kir ku ev êrîşa li dijî zaroka keç bi temamî tê wateya tolhildan ji Şoreşa Jin Jiyan Azadî girtin e û anî ziman ku ew ê di oxira keça delal a 6 salî de asta têkoşîna xwe li hemberî hişmendiya êrîşkar xurt bikin û bê rawestîn bi hêza felsefeya JIN JINYAN AZADÎ rûyê wan tecawizkaran tehşîr bikin û hesab bipirsin.
‘DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI RÛMET Û HEBÛNA XWE DERKEVE’
KJAR’ê, bûyera destdirêjiya li Merîwan, Sine û Mehabadê jî bibîr xist û wiha domand, “Tevahiya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê divê li pişta helwesta gelê me yê Bokan be, piştgirî bide û di şexsê keça delal a 6 salî Niyan de xwedî li rûmet û şerefa xwe derkeve. Em di vê baweriyê de ne ku helwesta gelê me ya Îran û Rojhilat wê hesab ji vê hişmendiyê û pergala kujer bixwaze. Ji ber ku hişmendiya rejîma zayendperest ku bi xwe avakera vê hoviyetiyê ye, wê hesaba vê hovîtiyê nexweze.
Em bang li gelê xwe ya bi rûmet dikin ku dakevin kolanan û her der bikin qada têkoşînê da ku tecawizkar derkeve hizura gel û bi edaleta gelê me ya bi şeref werê darizandin û cezakirin.
Gelê kurd ji dîrokê heyanî roja me ya îro xwedî civakek bi exlaq û polîtîk e. Ev tenê taybetmendî nîne, di heman demê de yek ji nirxên bingehîne ku gelê Kurd li hember her cure erîşên derve xwe pê parastiye. Dijminên dagirker bi qirkirina vê civaka exlaqî û polîtîk hewldaye; civakek ji rêzê, zayendperest, bê rêgez û êrîşkar ava bike. Di vê wateyê de bê exlaqî û tecawiz bi tu şêwazî peywendiya xwe bi civaka Kurd re tune.
Destdirêjî, tecawiz û hwd. yek ji polîtîkayê dijmine ku dixwaze exlaq, rûmet, nasname û hebûna gelê me pê qir bike. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje; civakê ku bi ruxandina exlaqî re rubiru hatibe; ew civake ku bi her awayî dikare were dagir kirin û wêran kirin. Dijmin li her çar beşên Kurdistanê bi salan e êrîşê şeref, rûmet û hebûna Kurdan dike.
BANGA XWEDÎDERKETINÊ HAT KIRIN
Rejîma Îran jî yek ji wan dewleta ye ku di her alî de û di her firsendê de qala exlaq dike. Di bin navê hîcab de rojane keçên ciwan û jinan di nav koçe û kolanan de bi erdê re kaş dike û bi darê zorê desteser dike. Heqaret li wan dike û heta wezîfedarê dewletê bi xwe jî tecawiz û destdirêjî li wan keçan û jinan dikin. Ji ber vê rejîmeke wiha ne pêkan e ku hesabê vê bûyera zaroka 6 salî û bûyerên mîna vê bipirse, berovajî ji bo nixumandinê dê her tiştî bike. Dê bi hincetên mîna întîhar kiriye li ser bûyerê bigire.
Lê em di vê baweriy de ne ku gelê me ya Rojhilat wê vê bûyer bê hesab nehêle. Em banga li gelê xwe dikin ku carêk din bi yek dengî, hevgirtî û bi felsefeya JIN JIYAN AZADÎ dakevin qadan û di şexsê keça bedew ya 6 salî de xwedî li hebûn û rûmeta xwe derkevin.”