BI DÎMEN

Salvegera Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser li şehîdan hat pîrozkirin

Şêniyên Kantona Firatê di salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêbeveberiyê Xweser li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

Bi dehan şêniyên Kantona Firatê 11’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiyê Xweser şehîdên azadiyê bi bîr anîn û li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek ji bo bîranîna şehîdên doza azadiyê li dar xist. 

Meş li pêşiya Qosê Kobanê destpê kir heta Şehîdgeha Şehîd Dîcle meşiyan.

Piştî meş gihîşt şehîdgehê ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê a Kantona Firatê Avaşîn Misto şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî û got ku ew bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewîne.

Avaşîn Misto diyar kir ku salvegera 11’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser û rizgarkirina Kobanê li lehengên doza azadiyê ku canê xwe feda kirine pîroz dikin û got: “ Bi saya şehîdan em îro van rojên pîroz dijîn. Şehîdên me li hember çeteyên hovane DAÎŞ’ê têkoşiyan da ku çeteyên DAÎŞ’ê têk bibin. Şehîdên me bi fedekariyeke herî mezin berxwedaneke dîrokî li hember dijmin têkoşiyan û çete têk birin.”

Avaşîn anî ziman ku heta ku dijmin têk bibin ew bi rihê jin têdikoşin û li ber xwe didin û wiha pê de çû: “Em bi saya şehîdên xwe me li ber xwe didin da ku em êrîşên dijmin têk bibin. Ruhê berxwedanê ji ruhê çirûska berxwedana Kobanê girt. Em ê her tim li pey xeta şehîdên xwe bin û êrîşên dijmin têk bibin.”

Piştre li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.