Li Kielê 2 çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kurdan kirin
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî çalakiya bi wesîleya 10'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hat lidarxsitin kirin. Di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’Ê de Muhammet Îlhan Aslan bi kêrê birîndar bû.
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî çalakiya bi wesîleya 10'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê hat lidarxsitin kirin. Di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’Ê de Muhammet Îlhan Aslan bi kêrê birîndar bû.
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê ji bo 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê çalakî hate lidarxistin. 2 çeteyên DAÎŞ’ê bi kêran êrîş çalakiyê kirin. Di encama êrîşê de Muhammet Îlhan Aslan birîndar bû. Êrîşkarek ji aliyê welatparêzên Kurd ve hat girtin û radestî polîsan hat kirin.
Piştî êrîşê Kurdistanî ber bi qada çalakiyê ve herikîn. Piştî girse hat qadê Kurdistaniyan çalakiya ku ji bo Kobanê plan kiribûn li dar xistin.