'Êdî em ê destûrê nedin ku jiyana me bê dizîn û tine were hesibandin'

Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) bi daxiyaniyekê rewşa Iraqê û guhertina zagonan nirxand û guhertina van zagonan red kir.

REPAK

Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) di derbarê guherîna zagonên jiyanî yên Iraqê de daxuyaniyek da. REPAK diyar kir ku van zagonên dijmirovî qebûl nakin û bal kişand ser zewaca zarokên 9 salî û diyar kirin ku ev vê yekê red dikin.

Daxuyaniya REPAK'ê bi vî rengî ye:

"Tevî ewqas têkoşîna girîng a tevgerên jinan jî parlementoya Iraqê, biryara qanûna statuya şexsî erê kir. Li Iraqê û seranserê cîhanê di encama têkoşîna tevgerên jinan de qanûna beyî 18 salî nabe ku jin were zewicandin hat erêkirin. Ew qanûna ku temenê zewacê dakeve 9 salî hat redkirin û bi awayekî fermî temenê zewacê wekî 18 salî hat destnîşankirin.

Lê bi guhertina qanûnan re li gorî dadgehên îslamê erka zewacê, berdanê û mîrasê heye. Bi vê guhertinê re jî şîroveya dadgehên îslamê û biryarê wê dikevin meriyetê û zewaca jinan di temenê biçûk de pêk tê. Bi vî rengî di temenê biçûk ê zarokatiyê de destûra zewacê tê dayîn.

Li gorî guherîna qanûnê re jî mijara sereke oldarên Şîî guhertina qanûnan dixwazin, desthilatdariya Sûnî jî di berdêla berdana girtiyên DAIŞ'ê de ev qanûn erê kirin. Em dibînin ku li komên parlementoyê gelek bazarên siyasî hatine kirin û jin bûne qûrbanê van bazariyan.

Di rewşa heyî de bi koletiya jinê re dewlet ji nûve xwe dîzayn dike û em bi DAÎŞ'a siyasî re rûbirî mane.

Li rojhilata navîn desthilatdariya dewlet-mêran û bîrdoziya baviksalarî ku temsîla rejîmên dîktatoryal e di nava qeyraneke siyasî û civakî de ye.

Ev qeyran jî qeyraneke paradîgmayê ye û bi hilweşînê re rûbirû maye. Rejîmên li rojhilata navîn ji bo çareseriya vê qeyranê jî bi avakirina hukmên baviksalarî, desthilatdariya mêran û jiyaneke antî demokratîk dixwazin ava bikin. Bîrdoziya paşverû ya malbatî û tifaqa bi faşîzma dewletê re hewl dide rejîma heyî li ser piyan bigre û ji bo vê yekê jî koletiya jinê careke din xistine navenda polîtîkayên xwe.

Di nava deh salên dawî de gelek welatên rojhilata navîn di encama van polîtîkayan de mafên jinan xesp kirine û desthilatdariya xwe jî bi awayekî dijwar nûjen kirine. Ji bo vê yekê jî di serî de temenê zewaca zarokan daxistine bin 18 salan. Di dema berdanê de jî wekaletê didin bav û dadgehên îslamî jî li vir dikevin meriyetê.

Nirxên demokratîk, jin, gel, hêzên demokrasiyê û pêkanîna azadiyan yekane çareseriya qeyranê ye, lê dîsa jî di neçareseriyê de israr dikin û bi vê qeyranê re jî şer giran dikin.

Beriya bi 12 salan DAIŞ derket meydanê û di vê pêvajoyê de li Sûrî guherîna rejîmê, li Iraq, Îran û Afganistanê jî rastiyek derket holê. Koletiya jinê ji bo hebûna dewletan û bîrdoziya wan nirxek bû, lê êdî dema wan qediya û diqede. Îro tê dîtin ku li rojhilata navîn têkoşîna azadiya jinê pêş dikeve û alternatîfa bingehîn a azadiyê ye. Eniya demokrasiyê bi mafê jinan re jinûve ava dibe.

Ji bo vê yekê em dibêjin ku guherîna qanûnê qebûl nakin û divê ew biryar paşde were kişandin. Divê helwestek ji bo hurmeta li jinê were nîşandan û ji bo vê yekê jî banga me li tevahiya jin û tevgerê jinan ewe ku têkoşînê xurt bikin.

Êdî em ê destûrê nedin ku jiyana me bê dizîn û tine were hesibandin."