Rojnamevana girtî Reyhan Hacioglû: Çapemeniya azad di her şert û mercê de li ber xwe dide

Rojnamevan Reyhan Hacioglû ku di operasyonên navend Stenbolê hate binçavkirin wiha got, “Çapemeniya azad di her şert û mercê de dinivsîne û li ber xwe dide.”

Rojnamevan Reyhan Hacioglu ku 17’ê Çileyê di çarçoveya operasyonên navend Stenbolê de li mala xwe ya li Wanê hatibû binçavkirin û 21’ê Çileyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin, bi rêya parêzera xwe peyamek şand.

Rojnamevan Reyhan Hacioglû ya ku li Girtîgeha Tîpa T ya Girtî tê ragirtin wiha got: “Yên ku dixwazin me bikin bersûcên dîrokê bila bizanin ku em şahidên vê dîrokê ne. Tiştên ku em îro dijîn ji tiştên ku tê serê civakê ne cihê ye.”

Reyhan Hacioglû got: “Tu nûçe û gotinên me ne sûc e. Çapemeniya azad di her şert û mercê de dinivsîne û li ber xwe dide.”