Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bê navber didomin

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê Artêşa Neteweyî yên Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bendava Tişrînê û li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Bendava Tişrînê bombebaran kirin. Di bombebaranê de gelek welatî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, balafirên bêmirov û çekên giran başûrê Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Dagirkeran bi awayekî hemwext bi çekên giran Bendava Tişrînê û derdora wê bombebaran kirin.

BOMBE BI SER GEL DE BARANDIN, BIRÎNDAR HENE

Hate diyarkirin ku balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bombe li ser gelê ku li Bendava Tişrînê diman barand. Hate hînbûn ku gelek kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran bajarê Sirîn ê dikeve başûrê Kobanê ya Kantona Firatê bomberbaran kirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk, Balafirgeha Sirînê û derdora Pira Qereqozaxê ya li başûrê Kobanê ne bombebaran kirin. Hat diyarkirin ku herî kêm 6 caran êrîşa hewayî pêk hat. Li herêmê tevgera balafirên şer dewam dike.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Bîr Hiso yê dikeve başûrê bajarê Kobanê yê Kantona Firatê jî bi balafirên şer bomberbaran dike.