BI DÎMEN

Bi nirxandinên Rêber Apo nirxê cewherî yê gelekî: Şehîd

Rêber Apo dibêje, "Di dîroka partiyê de em xwedî lîsteyeke şehîdan e ku hem demdirêj e hem jî di asteke bilind de ye ku zêde dibe. Em pênaseyeke bi vî rengî dikin; divê mirov bîranîna kesayetan bi rêxistin bikin û veguherînin tevgera gel."

RASTIYA ŞEHÎDAN

Gelê Kurd nêzî sed sal in ji bo xwe ji pença qirkirinê rizgar bike têdikoşe. Di vê oxirê de berdêlên giran da, dide û wê bide. Gelek lehengên bênav ji bo vê axê feda kir û hê jî dide. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku nêzî 50 sal in didome, bi hezaran şehîd di vê oxirê de da û têkoşîna xwe didomîne. Rêber Apo şehîdan mîna çavkaniya hemû pêşketinan dît û wisa xwedî li wan derket. Her şehîdek rê li ber mizgîniya pêşketinek nû vekir. Me nirxandina Rêber Apo ya li ser rastiya şehîdan ji bo we amade kir.

Rêber Apo, diyar kir ku dîroka partiyê di heman demê de berxwedan û dîroka pêşvebirina destana van şehîdên berxwedanê ye û got, "Bi qasî rastiya şehadetê rastiyeke cuda nîne ku bandorê li gelekî bike, di mijara berjewendiyên jiyanî de gel bigihîne asta têgihiştinê, di jiyana wê ya dîrokî de cih bigire. Ji vê hêjatir tiştek nîne. Ji bo tevgerekê jî ya ku îspat dike bê cidî ye yan na; li gel hebûna şehîdan, dilsoziya li ser bingeheke rast a vê yekê û xwedîderketina vê yekê li ser bingeha hemû nirxan e.”

Rêber Apo, bal dikişîne ser vî tiştî ku di pêşketina dîroka berxwedana neteweyî de rola pêşengiya Partiyê diyarker e û wiha berdewam dike; "Di avabûna pêşengiya Partiyê de jî rola şehîdên Partiyê esas e. Di vê demê de ku em derbasî pêşketina her awayî ya şerê gel û serektina şerê pêşengiyê bûne, yek ji wezîfeya me ya bingehîn ew e ku vê rastiya xwe baş fêhm bikin, rabirdûyê bi rengekî rast binirxînin û paşeroja xwe jî li ser hîmenekî xurt ava bikin. Ya ku timî pêwîstiya me pê heye ew e ku çavkaniyên bingehîn ên ku tevgera me xwedî dikin neçikînin, vê belasebep neherikînin û ji bo xwedîkirina rizgariya neteweyî bi kar bînin. Di vir de çavkaniya sereke jî şehîd e. Di dîroka me ya Partiyê de em xwedî lîsteyeke mezin a şehîdan e ku hem demdirêj e, hem di asta bilindahiyê de ye ku dibe ku di dîroka ti tevgerê de bi vî rengî nîne.”

Rêber Apo, diyar kir ku ew cûreyekî şer ê ku kêm tevgeran wêrîbû bimeşînin di kesayetiya pêşengiyê de meşandine û got ku divê di rastiyên dîroka Kurdistanê lê bê gerîn bê çima ev yek bi vî rengî ye û wiha didomîne, “Eger ev dîrok di nava tarîtiyê de hatibe veşartin, nêzîkatiyên herî ji rêzê yên berxwedanê jî hatibe têkbirin û jiyaneke di nava vê tarîtiyê de weke çarenûsekê hatibe ferzkirin, hingî ya divê bê kirin ew e ku ev zemîna nexêr bê parçekirin û çavkaniyên jiyanê bên derkirin. Têkoşîna li ser vî bingehî bi şêweyê şerê pêşengiyê derdikeve pêşiya me. Tenê bi vê têkoşînê mirov dikare xwe ji serberjêriya dîrokî berê xwe bide rizgariyê, ji rizandina civakî xwe rizgar bike.”

QEHREMAN HÊZA RIZGARIYA JI BARÊ GIRAN A RABIRDÛYÊ NÎŞAN DIDIN

Rêber Apo ev nirxandin dike, “Di demeke dîrokê de gava ku pêwîstî bi pêngavên lehengî tê dîtin, kesayetên ku derdikevin pêş encamên gelekî mezin bi xwe re tînin. Bi berxwedana xwe rola rêxistin û gelê xwe diyar dikin. Ev berxwedêrî di avakirina rêxistinan, di pêşvebirina berxwedana gel de bingeheke xurt e. Di kesayetiya şexsên bi vî rengî de netewe, gel dikarin rabin ser piyan.”

Rêber Apo, tîne ziman ku qehreman ew kesayet in ku xwe ji binê barê giran ê rabirdûyê rizgar dikin û bi wêrekî paşerojê fetih dikin û wiha dibêje, “Di demekê de ku koletî civakê ji her aliyê afirîneriyê vedigire, bêdengî û rizandinê ferz dike, hejandina atmosfereke bi vî rengî bi çalakiyên lehengî, ji bo afirandina hêzên nû gelekî girîng e.”

Di berdewamiyê de dibêje, “Em pênaseyeke bi vî rengî dikin; birêxistinkirina bîranîna kesayetan û veguherandina wan bi rengê tevgera gel, pêwîstî ye. Eger ev nebe lehengiyên bi vî rengî dikarin winda bibin û nikaribin bandorê li dîrokê bikin.

Rêber Apo got, “Me dilsoziya bi van lehengan re di pêkanîna rêxistiniya şoreşgerî de dît” û diyar dike ku ji xwe di avabûna tevgerê de şehadeta lehengên berxwedanê yên destpêkê hemû bi vî rengî ne û wiha domand, “Ev pêvajoya ku ji Hakî Karer û Halî Çavgûn destpê kir, piştre mîna xelekekê dewam kir. Ev dewamî di heman demê de dîroka avabûna PKK'ê ye. Kîjan rêxistinî dibe bila bibe, eger ne xwedî şehîdên hêja yên bi vî rengî bin, nikarin bi xurtî bi pêş ve biçe. Tevgerek ku di bingeha xwe de xwîn û bîranîna lehengên berxwedanê yên hêja yên bi vî rengî heye, eger bi rengekî rast ava bibe, di dema pêş de serketina tevgera gel jî di nav de bi her awayî dikare şahidiyê ji pêkhatina azadiyê re bike.”

Rêber Apo, destnîşan dike ku îdeolojiya rast ancax bi hebûna kesayetên bi vî rengî yên têkoşer wê watedar bibe û dibêje, "Nêrînên rast, eger di oxira xwe de fedekariyên mezin nebîne, ji aliyê gel ve nayên qebûlkirin."

Rêber Apo bi domdarî dibêje, “Ev fikir çiqasî rast jî be eger endamên wê bi qasî ku canê xwe di oxira wê feda bikin fedakariyek neafirandibe, ew fikir wê bê bandor bibe. Ev yek di nava me de hîn bêhtir xuya dikir. Şert e ku pêşeng li gorî hêjayî navê xwe bê avakirin û piştre jî ji bo dilsoziya pê re gavên rast û di cih de bêne avêtin. Di bin berpirsyariya xwe de me dilsoziya xwe ya kûr a bi şehîdan re timî dewam kir. Me bîranîna wan di ser hemû pêşketinan de hişt û bi vî rengî kir ku pêşeng di asta bilind de gavê biavêje.

‘ŞEHÎDÊN ME EWLADÊN MALBATA ME YA MEZIN E’

Rêber Apo, diyar dike ku demeke ku berxwedana neteweyî bi destketiyên xwe yên jêneveger dîrok ji serberjêriyê ber bi hilkişînê ve bir, bi milyonan mirov ji niha ve tevlî nava şerê neteweyî kir, di heman demê de li qada navneteweyî jî gelê me weke malbateke bi şeref kir xwedî cih û rêya vê yekê vekir û wisa dewam kir, “Bêguman di avabûna vê demê de beriya her tiştî em deyndarê hebûna şehîdên xwe ne. Şehadetên di vê demê de ji ber ku şehadetan her cûre lawazî û neyînî ji holê rakir, mirovên me yên hezar carî birîndar bû ji lawaziyê rizgar kir û veguherand berxwedêrên xurt, yên ku dema lehengiyê afirandin şehîdên me ne. Eger van şehadetan di nava her şet û mercî de derfetê berxwedanê afirand û ji bo gel bikişîne nava berxwedanê bûn mîna pirekê, rola van şehadetan a di dîrokê de hîn bêhtir diyar û diyarker e.”

Rêber Apo yê ku dibêje, “Wê demê ya mayî xwedîderketina li wan e. Xwedîderketina li şehîdên partiyê, teoriya Partiyê ye, siyaseta partiyê ye. Û em dibêjin, jiyana dilsoziya bi bîranînên wan re jî ev jiyan e” û wiha dewam dike, “Şehîdên me ewladên malbata me ya mezin e. Heta ku armancên ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirin neyê fêhmkirin û pejirandin, heta ku armancên wan ku wan bi xwîna xwe ispat kirin di nava me de şênber nebe, em ê nebêjin 'Em PKK'yiyên baş in’. “ Û piştre jî pirsa ‘mîrateya şehîdên me di kîjan astê de hate pejirandin?’ dipirs e.

Rêber Apo dibêje, “Rêyên ku divê li ser bêne meşandin êdî rast bûne. Şehîdên me astengiyên li ser rêya me rakirin. Wêrekî û fedakariya wan ewqasî bi heybet e ku mirovên kor jî dikare bide meşandin. Yên bûne hestî jî dikare zindî bibe. Gelekî ku hîn doh jê re dihate gotin 'mir, qediya' li meşa şehîdan dinihêre û biryarê dide. Mirin ji ku tê bila bê, qîmetê xwe nîne. Ji bo xwediyên pêngaveke bi vî rengî cihê astengî, tirs û berjewendiyê nîne. Şehîdên me bi xwîna xwe mîna şerîdeke sor diherikin û diçin. Berxwedanên me yên bi lehengî yên di her astê de hêzeke bilind a moralê dide. Gelê me ji her demê bêhtir ji bo vê demê dibe piştevan û hêzê dide me. Wê demê ev hemû nîşan didin ku dema bê wê serketî be.” Rêber Apo diyar dike ku plansaziyên hîn pêşketî û rasteqîn hene, ji bo bicihanîna van jî îdîa û derfetên hîn zêdetir hene û dibêje ku eger ev yek hat nirxandin wê demê ew ê dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin, bi ruhê tolhildanê û pratîkeke xurt bersivê bidin êşa ji ber windahiya xwe û got, “Di vê mijarê de em bi sebir û têgihiştî tevgeriyan, lê belê ev nayê wê wateyê ku tolhildana me nehatiye tûjkirin.”