Zozan Sîma: Têkoşîna bihêz rê li ber diyalogê vekir

Endama Akedemiya Jineolojiyê Zozan Sîma diyar kir ku jinan di hemû deman de di refên herî pêş ên têkoşînê de cih girtine û da zanîn ku dewleta Tirk piştî ku nekarî têkoşînê têk bibe, berê xwe da gotinên “diyalogê”.

ZOZAN SÎMA

Piştî têkoşîna gelê Kurd a li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, dewletê berê xwe da diyalogê. Her çiqas dewlet hewl dide ku nîqaşên heyî di çarçoveya “tasfiye û terorê” de asteng bike jî ne Tevgera Azadiya Kurdan û ne jî aliyên siyaseta Kurd ji polîtîkaya xwe başbîniyê û biryardariya xwe ya têkildarî têkoşînê tawîz nadin.

Di rastiyê de jî ya ku pêk tê “Plana Çewisandinê” ya li hemberî têkoşînê têkçûyî û bêçarebûna dewleta Tirk a ji ber yekbûna konjonktûra herêmî û navneteweyî ye. Wisa ku şer û têkoşîna gelê Kurd kir ku kesên herî şerxwaz berê xwe dan bangan. Di vê têkoşînê de jî hêza jinan a pêşeng xwedî roleke girîng e. Jinên ku li dora paradîgmaya azadiyê ya ku Rêber Apo gelekî girîng dibîne bûn yek, di pûçkirina planên dagirkerî û qirkirinê de roleke girîng lîstin.

‘JINAN DI REFÊN HERÎ PÊŞ ÊN TÊKOŞÎNÊ DE CIH GIRTIN’

Têkildarî geşedanên dawîn em bi endama Akedemiya Jineolojiyê Zozan Sîma re axivîn. Zozan Sîma bi bîr xist ku li hemberî komploya navneteweyî û planên qirkirinê yên dewletê têkoşîneke bênavber tê meşandin û da zanîn ku di vê têkoşînê de jinan di refên herî pêş de cih girtine. Zozan Sîma diyar kir ku jinan di du salên dawîn de di pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de roleke girîng lîstiye û da zanîn ku di rizgarkirina Şengal û Kobanê û Şoreşa Rojava de rola jinan bi awayekî berbiçav xwe nîşan dide. 

‘RÊBER APO PERSPEKTÎFA XWE DI SALA 1992’YAN DE EŞKERE KIRIBÛ’

Zozan Sîma destnîşan kir ku sedema bingehîn a nîqaşên serdemê têkoşîna gelê Kurd a bênavber e û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Ji dema rehîngirtina Rêber Apo û heya niha, Tevgera Azadiya Kurd li seranserê cîhanê xwe da naskirin û vê yekê kir ku fikrên Rêber Apo bandoreke mezin li jinên li seranserê cîhanê bike.’’

Zozan Sîma da zanîn ku hevdîtinên li gel dewleta Tirk jî bi saya kapasîteya têkoşîna rêxistinkirî ya gelê Kurd pêk hatiye û got ku Rêber Apo bi salan e di heman fikrê de ye û ji sala 1992’yan ve ye îradeya xwe ya têkildarî çareseriya siyasî bi awayekî xurt didomîne.

‘TÊKOŞÎNÊ TECRÎDA MUTLEQ ŞIKAND’

Zozan Sîma diyar kir ku êdî derfeta ku dewleta Tirk tecrîdê bidomîne nîne û got ku dewletê hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd ava kiriye. Zozan Sîma anî ziman ku têkoşîna PKK’ê ya di pêşengtiya Rêber Apo de hişmendiya Kurdayetiyê pêş xistiye û êdî ne pêkan e ku girêdayî tinehesibandina gelê Kurd siyasetek were kirin û got: “Girêdayî van yekan em dikarin bibêjin; bi saya têkoşîna bênavber, bi taybetî jî ya di pêşengtiya jinan de û bi saya rewşa konjonktûrel derfeta dewleta Tirk êdî nîne ku weke berê tecrîdê bidomîne.”  

‘POLÎTÎKAYA DEWLETA TIRK A 100 SALÎ TÊK BIR’

Zozan Sîma destnîşan kir ku pratîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya girêdayî paradîgmaya Rêber Apo hatî pêşxistin, polîtîkaya dewleta Tirk a 100 salî têk biriye û got ku gelê Kurd li hemberî van polîtîkayan berdêlên mezin dane û tevî hemû êrîşan jî dewleta Tirk nekariye encamekê bi dest bixe.

‘GELÊN LI HERÊMÊ JI HTŞ’Ê BAWER NAKIN’

Zozan Sîma hilweşîne rejîma BAAS’ê ya piştî êrîşên HTŞ’ê spart bêkêrbûna fikra netewdewletê û necivakîbûna dewletê. Sîma destnîşan kir ku HTŞ dewama çeteyên DAÎŞ’ê ye û wiha domand: “A niha hewl didin ku HTŞ’ê weke avaniyeke rewa nîşan bidin. Potansiyela zîhniyeteka ku qirkirina pêk tîne, tine ye ku pirsgirêkên ji aliyê rejîma BAAS’ê ve hatine derxistin, çareser bike. Bi ser de dibe ku rê li ber piresgirêkên mezintir veke. Ji ber vê yekê li holê çareseriyek tine ye. Ne jinên li herêmê û ne jî gelên li herêmê ji HTŞ’ê bawer dikin. Tew gelê Ereb jî ji van çeteyan bawer nakin.” 

‘GELÊN SÛRIYEYÊ XWEDÎ LI RÊVEBERIYA XWESER DERDIKEVIN’

Zozan Sîma îfade kir ku pergala li Rojava hatî avakirin ji bo Sûriyeyê tekane alternatîf e û ev 13 sal in tevî hemû êrîşan jî vê pergalê xwe daye îspatkirin û wiha pêde çû: “Hemû jinên li herêmê, gelên li herêmê û gelên Ereb û Suryan ji Rêveberiya Xweser bawer dikin. Rêveberiya Xweser destkeftiyeke mezin e gel wê dev ji vê destketiyê bernedin û ji bo wê wê têbikoşin.”

Zozan Sîma bal kişand ser girîngiya birêxistinbûna civakî jî û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Di pêvajoya 13 salan a li Rojava yan jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ger bi rastî jî civakeke birêxistinkirî nebûna, ne pêkan bû ku li hemberî ewqas zext, êrîş û şerî li ser piyan bimîne.”

‘YÊN XWE DISPÊRIN HÊZA XWE DÊ BI SER BIKEVIN’

Zozan Sîma diyar kir ku nikarin hebûna hêzên li herêmê di nava pergala cîhanê de înkar bikin lê belê divê gelên herêmê girêdayî hêza xwe xwe birêxistin bikin û got: “Di vê mijarê de weke jinan me ev yek di rastiya Şengalê de û di pêşajoya şer a li Rojava de zêdetir dît.”

‘LI ROJAVA ÎRADEYEKE XURT HEYE’

Zozan Sîma got ku ne hevdîtin ne diyalog û ne jî pêvajoya şer wê helwesta dewletê biguherîne û armanca dewletê tinekirin e û wiha domand: “Jin û ciwan baş dizanin ku tişta diyarker îradeya têkoşînê ye. Ji ber vê yekê jî helwesteke ku xwedî li têkoşînê derdikeve û seferberbûna ji bo parastina pergala xwe esas digire heye. Di pêvajoyên beriya niha de rewşeke ku ji YPG, YPJ û QSD’ê dihat hêvîkirin hebû. Lê belê ya niha dirûşmeyeke bi vî rengî heye ku dibêje; ‘Em hemû QSD ne, em hemû YPG ne.’ Ev îradeyeke pir xurt e; pêkhatina  Şerê Gel ê Şoreşgerî ye.”

‘TEVLIHEVÎ HEYE’

Zozan Sîma da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêya rêbazên siyasî û demokratîk erka dikeve ser milên derdorên şoreşger, çepgir û sosyalîst ên Tirkiyeyî û rêxistinên jinan û got: “Beriya niha van derdoran, li rex gelê Kurd helwestek nîşan dan. Lê belê ji ber tevliheviya heyî yan jî ji ber hewlên dewletê yên berovajikirina rastiyan di xwedîderketina derdorên çepgir û demokratîk û rêxistinên jinan de hê jî kêmasî hene.”

‘DIVÊ JIN Û DERDORÊN DEMOKRATÎK ERKA XWE BI CIH BÎNIN’

Zozan Sîma îfade kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd tê wateya çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di rastiyê de kesên ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin jin û derdorên demokratîk in. Divê jin gel bizanibin ku azadiya wan girêdayî vê pêvajoyê ye. Hem ji bo piştgiriya têkoşîna gelê Rojava û hem jî weke pêşengên pêvajoyê erka xwe bi cih bînin. Bi taybet jî divê derdorên demokratîk, tevgerên çepgir-sosyalîst û tevgerên jinan vê pêvajoyê rast binirxînin û xwedî helwest bin. Ger em têk biçin, em ê hemû bi hev re têk biçin lê belê ger em bi ser kevin, em ê hemû bi hev re bi ser bikevin.”