Meşa Dirêj di roja 5’an de li Rouenê ye: Divê her kes hêz bide pêngavê
Meşa Dirêj di roja 5’an de li Rouenê ye dewam kir. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz beşdarî meşê bû û diyar kir ku divê her kes piştgirî bide pêngava azadiyê.
Meşa Dirêj di roja 5’an de li Rouenê ye dewam kir. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz beşdarî meşê bû û diyar kir ku divê her kes piştgirî bide pêngava azadiyê.
Meşa Dirêj ku 21’ê Çileyê di çarçoveya Pêngava ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirka Kurd re çareserî de destpê kir, di roja 4’emîn de li bajarê Rouen ê Fransayê dewam kir.
Çalakvanan li qada Saint Sever a Rouenê li hev civiyan û daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan dest bi meşê hate kirin. Siyasetmedar Faysal Sariyildiz jî piştgirî da çalakiyê.
Di dema meşê de gelek caran dirûşmeyên “Ji Ocalan re Azadî”, "Bijî berxwedana Rojava", “Bijî berxwedana Tişrînê" hatin berzkirin.
Çalakvanan danezanên bi zimanê Fransî ya derbarê Pêngava ji Rêber Apo re Azadî ji Pirsgirka Kurd re Çareserî û wateya Meşa Dirêj a 26 rojan de hate belavkirin.
Meşvanên ku gihiştin Place Du Justice li vir mitîngek lidarxistin. Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên berxwedana Tişrînê û Kurdistanê destpê kir.
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz di mitîngê de axivî û got: "Wekî gelê Kurd, em pir nêzîkî azadiyê ne. Hûn dizanin, pêvajoyek di sala 2013’yan de destpê kir. Tevgera azadiyê û gelê Kurd bi dilsozî nêzî vê pêvajoyê bûn.Rêber Apo dîsa dixwest ku pêvajoyê bi berpirsiyariya mezin û civakî ya mezin pêk bîne. Lêbelê, dewleta Tirk bi qirkirin û şer bersiv da. Bajarên me şewitandin û rûxandin. Wan gelê me qetil kirin. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Kurdan dike. Wan got em ê hilweşînin, îro ew dewleta Tirk hat ber hilweşînê.
Pêngava di 10’ê Cotmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bandorek mezin li ser çareseriya pirsgirêka Kurd kiriye. Divê her kes xwe berpirsyar bibîne, hêz û piştgiriyê bide pêngavê. Meşa 15’ê Sibatê ya 26’an wê li Strasbourgê bi dawî bibe. Bi taybetî gelê me yên ku li Fransayê dijîn, divê beşdarî çalakiyê bibin."
Piştî axaftina Faysal Sariyildiz, daxuyaniya bi Fransî ya li ser pêngava ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî hat xwendin.