Jinan li Stockholm û Marsîlyayê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin
Li bajarên Stockholm û Marsîlyayê bi pêşengiya jinan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin.
Li bajarên Stockholm û Marsîlyayê bi pêşengiya jinan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin.
Li paytexta Swêd Stcokholmê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara çalakiya “Şoreşa Jinê Biparêzin” hate lidarxistin.
Çalakî li qada Sergels Torgê hate lidarxistin û şîara “Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye, Şoreşa Jinê Biparêzin” derket pêş.
Di çalakiyê de Berdevka Tevgera Jinê ya Skandinavyayê Ayşe Dîdar axivî û wiha got: “26’ê Çileya 2025’an roja yekemîn têkçûna mezin a DAÎŞ’ê û roja rizgabûna DAÎŞ’ê ye. Di sala 2024’an de dewleta Tirk a qirker û DAÎŞ’ê xwestin Şoreşa Neteweya Demokratîk a Rojava ya ku li Kobanê destpê kir, bi dagirkirina Kobanê bicewisînin. Erdogan ê faşîst ji xwe bawer bû; digot wê di nava çend rojan de Kobanê bikeve. Derket televzîyonê û got, “Kobanê li ber ketinê ye.
Lê Kobanê neket, ji ber ku qehremanên fedaî yên şoreşa gel hebûn. Arîn Mîrkan û bi sedan hevrêyên wê, serkeftina Kobanê bi bedenên xwe afirandin. Gelê Kurd, dostên wan, kesên xwedî fikrên enternasyonalîst xwedî li berxwedanê derketin. Bi sedan kes bi banga seferberiyê pêşengiya berxwedana Kobanê kirin. Ji ber vê yekê Kobanê şoreşa jinên berxwedêr û tevahiya gelên xwedî fikra sosyalîst in.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Artêşa Tirk ji Rojava Bicehime!” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsilya ya Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Arîn Mîrkan meş hate lidarxistin. Di meşê de êrîşên li ser sivîlên li Bendava Tişrînê hatin protestokirin. Meşa ku li Qada Canebiere ya li Marsilyayê destpê kir, bi dirûşmeyan heta Vieux Portê dewam kir.
Di tevahiya meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana YPJ”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” ve “Liberté pour Ocalan” hatin berzkirin. Çalakvanan pankartên bi nivîsa “Stop à l'invasion Turquie”, “Défend Kurdistan” ve “La femme, la vie, la liberté, Défend la vie” û flamayên YPG û YPJ’ê hilgirtin.