BI DÎMEN

Nûrsel Aydogan: Bêyî Abdullah Ocalan pirsgirêk çareser nabe

Wekîla berê ya li sirgûnê Nûrsel Aydogan anî ziman ku pêvajoyên Oslo û Îmraliyê nîşan dan ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe.

NÛRSEL AYDOGAN

Parlamentera berê ya HDP'ê Nûrsel Aydogan diyar kir ku AKP-MHP wê di polîtîkaya neçareserkirinê de nikaribe encamê bi dest bixe û got, "Vegera li pêvajoya aştî û çareseriyê ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo gelên Tirkiyeyê yekane rêya çareseriyê ye."

Parlamentera berê ya HDP'ê Nûrsel Aydogan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ew alîgirê aştî û çareseriyê ne, ji bo vê têdikoşin û got, di rewşa heyî de haya wan ji zehmetiya têkoşîna aştî û çareseriyê heye. Nûrsel Aydogan ragihand ku di demekê de ku hevkariya AKP, Ergenekon, MHP û şirîkên wan ên din dewam dike, bendemayina li çareserî û aştiyê zehmet e û got, "Pirsgirêka Kurd êdî ne tenê ya Tirkiyeyê ye, di heman demê de pirsgirêka Rojhilata Navîn, dewletên cîhanê û ya wan hemû hêzan e ku hesabên xwe li ser Rojhilata Navîn heye. Em timî vê yekê destnîşan dikin; ya ku meseleya Kurd çareser bike û aştiyê pêk bîne, hêza gel bi xwe ye. Bêguman faktorên derve û hêzên derve jî hene; ew jî girîng in. Têkoşîna gelê Kurd, dostên wan, hêzên çep sosyalîst û demokrasiyê wê diyarker be."

HEVKARIYA AKP-MHP Û ERGENEKONÊ WÊ NIKARIBE ENCAMÊ WERBIGIRE

Nûrsel Aydogan destnîşan kir ku êdî li çar aliyên cîhanê mirov û hêz zanin ku divê ev pirsgirêk bê çareserkirin; divê ev yek ji aliyê Tirkiyeyê ve were dîtin û got, "Hem pêvajoya Oslo hem jî ya Îmraliyê nîşan da ku bêyî Îmraliyê, bêyî tevlîbûna Birêz Ocalan a li vê pêvajoyê mesele çareser nabe. Lê belê di vê mijarê de paşdeçûyînek heye. Rabirdûyê bi temamî red dikin û dixwazin li ser vê redkirinê pêvajoyeke nû biafirînin. Bi dîtina min hevkariya AKP-MHP û Ergenekonê wê nikaribe ji vê yekê encamê werbigire. Vegera li pêvajoyeke aştiyê û çareseriyê ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo welatekî ku aboriya xwe xera bûye û mirovên wê bûne mirovên herî nearam, yekane rêya rizgariyê ye."