Li Şirnexê gelek kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin

Hêzên dewleta Tirk di saetên siharê de li navçeyên Cizîr, Basa û Hezex ên Şirnexê gelek kes binçav kirin.

Li navçeyên Cizîrê, Basa û Hezexê yên Şirnexê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin û gelek kes kirin binçavan. Li taxa Cudî ya Cizîrê polîsan avêt ser malan, li gundê Bana yê Basa, li gundê Hespist ê Hezexê jî hezexê jî leşkeran bi ser malan de girtin.

Di serdegirtinan de H. T. A.T. B.E. û A.E. jî di nav de gelek kesê ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Sedemê binçavkirinan nehate zanîn.