Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinê kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 42 meh in agahî jê nayê wergirtin û yên girtiyên din, ji bo hevdîtinê serlêdanên nû kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan ê di bin tecrîda mutlaq de tê ragirtin re bikin serî li Serdozgeriya Komara Bursayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran bi heman rengî ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re bikin, serlêdana hevdîtinê kirin.

Serêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Suzan Akîpa û Emran Emekçî ve hate kirin.

Ji sala 1999’an ve dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin û vir ve, di bin tecrîdê de tê ragirtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê bi rengekî kêfî tên redkirin, yan jî bêbersiv dimînin yan jî piştî bi mehan hinceteke derhiqûqî û kêfî tê nîşandan. Nayên zanîn ku cezayên disîplînê bi çi hincetê jî tên dayîn.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê 3’yê Adara 2024’an derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re da.

Bi vê biryara qedexeyê re, di nava 8 salên dawî de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hate dayîn.