Li girtîgehan rejîma 12’ê Îlonê hate avakirin

40 girtiyên ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S A Bodrûmê tên rehîngirtin, diyar kirin ku bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû ne û banga hişyariyê li raya giştî kirin.

Girtiyan diyar kirin ku ew li girtîgehê ku rêxistinên mafên mirovan wan weke ‘’girtîgehên weke bîrê’’ pênase dikin, ji xwegihandina xizmetên tenduristiyê bigirin heya sepanên tecrîdê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne.

Girtiyan di nameyên xwe de bi taybet bal kişandine ser tecrîda girankirî, kêmbûna xizmetên tenduristiyê û cezakirinên kêfî.
 
Di nameyan de hate diyarkirin ku li dijî girtiyên siyasî ‘rejîmeke taybet’ tê sepandin û hate destnîşankirin ku ev yek cureyeke tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê ye ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê sepandin.

Girtiyan li hemberî sepanên zextkar û cihêker ên îdareya girtigehê nerazîbûnên xwe nîşan dane û diyar kirine ku xizmetên tenduristiyê tên astengkirin û bi taybet jî girtiyên nexweş nikarin tedawî bibin.

Di nameyan de hate diyarkirin ku 12 girtî di hucreyên tecrîdê de tên rehîngirtin, nikarin mafên xwe yên civakî bi kar bînin û  24 saetan bi rêya kamerayan tên şopandin.

Girtiyan ragihand ku daxwaznameyên wan ên li dijî îdareya girtîgehê nayên girtin û bi awayekî kêfî li nêzî cezayên disîplînê û tehliyekirina girtiyan dibin.

Girtiyan di nameyên xwe de anîne ziman ku ew ji raya giştî û derdorên demokratîk li benda piştgiriyê ne.

Di nameyan de şewitandina înfazan jî hatiye îfadekirin û ev yek hatine gotin: ‘’Navên girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin ev in: Abdurahman Yildirim, Adem Amaç, Harûn Pala û Harûn Kaya.  Her wiha cezayên dîsîplînê yên kêfî weke zextekê li girtiyan tê sepandin. Di nava mehên Tebax û Îlonê de li 17 hevalên me cezayên qedexeya ditînê hatine birîn.’’

Her wiha girtiyan di nameyên xwe de gotine ku ‘Rejîma 12’ê Îlonê ya li girtîgehan hatiye avakirin, weke paşerojê wê li hemberî însanên birûmet hilweşe.’