Têkiliyên Tirkiye-Misrê -II

Desthilatdariya AKP'ê ku sala 2013'an têkiliyên xwe yên bi Misrê re qut bû, li rojhilatê Derya Spî û Lîbyayê kete nava şerê berjewendiyên herêmî.

Bi 'Bihara Ereb' re piştî ku desthilatdariya Husnu Mubarek hate têkbirin, Biratiya Misilman bû desthilatdar, lê desthilatdariya wan a li Misrê zêde dewam nekir. Piştî darbeya Sîsî têkiliyên navbera Tirkiye û Misrê xera bûn. Desthilatdariya AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan piştgiriya ji bo Biratiya Misilman di siyaseta navxweyî de demeke dirêj bi kar anî, anî ziman ku wê ti carî hevdîtinê bi Abdulfettah Es Sîsî re neke, her wiha muxalefet jî weke 'alîgirê Sîsî' sûcdar kir. Erdogan û AKP'ê çend roj berê Serokkkomar Sîsî li Tirkiyeyê pêşwazî kir.

Di beşa duyemîn a dosyaya xwe de em ê bala xwe bidin ser lêgerîna Tirkiyeyê ya li gazê ya li rojhilatê Derya Spî ku piştî xerabûna têkiliyên herdu aliyan destpê kir û meseleya Lîbyayê binirxînin.

Beriya dijberiya Tirkiyeyê ya li Misrê bi serkêşiya Ahmet Davûtoglû stratejiya polîtîkaya derve hate meşandin. Wezîrê Karên Derve yê wê demê Ahmet Davûtoglû ev stratejiya ku weke 'Sifir pirsgirêk' pênase dikir, di Kovara Foreign Policy ya hejmara 21'ê Adara 2013'an de bi sernavê 'Di dema nû de polîtîkaya sifir pirsgirêk' di gotara xwe de bi vî rengî nirxandibû: "Bi taybetî piştî ku min dest bi wezîfeya Wezareta Karên Derve kir, pîvana 'bi cîranan re sifir pirsgirêk' bû pîvana bingehîn a polîtîkaya derve ya Tirk ku li ser hate axaftin. Ji aliyê gotinê ve ev pîvan modeleke îdeal bû, lê belê di polîtîkaya derve ya Tirk de guhertina mejî jî nîşan dida. Di rojeva polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê de êdî nakokiyên kronîk ên bi cîranan re mijûl dibû, nîne..."

POLÎTÎKAYA DERVE YA ÊRÎŞKAR

Ev stratejiya Davûtoglû nekarî bibe asteng ku Tirkiye li herêmê nebe pirsgirêk. Davûtoglû di sala 2013'an de ev yek nivîsand, lê di sala 2014'an de bi rayedarên payebilind re ku Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan jî di nav de bû li ser destwerdana li Sûriyeyê hevdîtinek kir û qeyda deng a hevdîtinê hate weşandin. Di vê qeyda deng de ku agahiyên girîng têkildarî şerê li Sûriyeyê hebûn, ev gotinên Hakan Fîdan di bîra mirovan de man, 'Binihêrin, binihêrin fermandarê min, eger pêwîstî bi hincetê hebe ez ê 4 kesan bişînim aliyê din, bikim ku 8 fuzeyan biavêjin qadeke vala. Pirsgirek ew nîne. Hincet dikare bê afirandin'. Xeteke nû ya polîtîkaya derve hate diyarkirin ku Hakan Fîdan û MÎT bi rengekî çalak di nav de bûn. Hakan Fîdan ku niha Wezîrê Karên Derve ye, afirînerê vê xetê bû.

Fîdan bi operasyonên MÎT'ê yên ji Lîbya heta bi Kafkasya û Sûriyeyê tevkariyeke mezin li wê yekê kir ku polîtîkaya derve bibe karê îstîxbaratî. Tayînkirina Fîdan weke wezîrê karên derve jî ev polîtîka temam kir. Hêza proaktîf a MÎT'ê ya li ser polîtîkaya derve ji Rojava heta Başûrê Kurdistanê hîn jî dewam dike.

KRÎZA LI ROJHJILATÊ DERYA SPÎ

Ev guhertina doktrînê di meseleya Rojhilatê Derya Spî û Lîbyayê de jî şênber dibe. Divê mirov bala xwe bidin ser liv û tevgera li vê derê ya beriya vê stratejiyê. Li Rojhilatê Derya Spî di çarçoveya sînorên deryayê de di navbera Misir, Îsraîl, Lubnan û Qibrisê de, salên 2003, 2007, 2010'an 3 peymanên Herêma Aborî ya Munhasir (MEB) hatin îmzekirin. Tirkiyeyê sala 2011'an ev peyman qebûl nekir û bi bakurê Qibrisê re ku bi xwe dagir kiriye peymanek îmze kir. Bi kûrbûna şerê li Sûriyeyê re Tirkiyeyê berê enerjiya xwe da vê derê. Rezervên hîdrokarbon ên ku tê gotin li Rojhilatê Derya Spî ne, Tirkiye careke din ber bi vê herêmê ve kişand. Hate îdîakirin ku nêzî 15-20 trîlyon metrekup gaza xwezayî hatiye dîtin û wê têra enerjiya 572 salan a Tirkiyeyê bike. Di vê çarçoveyê de desthilatdarî bi têgihiştina 'Bêyî Tirkiyeyê proje nameşe' tevgeriya.

XEYALA 'WARÊ ŞÎN'

Di vê demê de Tirkiyeyê keştiya xwe ya lêkolînê ya Orûç Reîs bi merasîmê şand Derya Spî, lê belê mesele tenê herêmî nema. Piştî ku Fransa jî tevlî bû, krîz mezin bû. Tirkiye ku li gorî peymanên navneteweyî tevnedigeriya, bi taybetî Peymana Hiqûqa Deryayê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1982'an binpê kir. Gihîşt wê astê ku bi Yewnanistanê re şer bike. 'Teoriya Welatê Şîn' a neteweperestan ji aliyê AKP'ê ve hate bikaranîn. Ev doktrîna Tumamîralê teqawîtbûyî yê ji Fermandariya Hêzên Deryayê Cem Gurdenîz, polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Derya Spî, Ege, Marmara û Derya Reş diyar dike. Yê ku teoriya Gurdenîz şênber kir jî Cîhat Yayci bû. Di vê projeyê de ji aliyê çavkaniya avê û çavkaniyên deryayê ve erk ji Tirkiyeyê re tê dayin û peymanên deryayê yên navneteweyî nas nake.

LI LÎBYAYÊ BERSIVA JI MISRÊ RE

Di piştperdeya rabûna Yewnanistan û Tirkiyeyê ya li hemberî hev d gelek meseleyên dewletan hebûn. Yek ji wan jî Misir bû. Misir ku ji sala 2013'an û pê ve têkiliyên bi Tirkiyeyê re di nava rageşiyê de bû, di vê meseleyê de 6'ê Tebaxa 2020'î bi Yewnanistanê re peymana deryayê mohr kir û hîn bêhtir bû aliyekî vê pirsgirêkê. Misrê li gel zexta Yewnanistanê jî qada deryayî ya Meîs û giravên Yewnan bi erkeke tam qebûl nekir. Ev yek jî weke stratejîk bi rengê ku xeranekirina hîn bêhtir a têkiliyên bi Tirkiyeyê re hate şîrovekirin. Her wiha wê demê di navbera Misir û Tirkiyeyê de gavên ji bo asayîbûnê hatibûn avêtin, lê belê piştî ku Tirkiyeyê bi Lîbyayê re peyman mohr kir, Misrê ev normabûyîn betal kir.

MESELEYA LÎBYAYÊ

Li Rojhilatê Derya Spî rewş bi vî rengî bû. Li Lîbyayê jî ku di nava tevlîheviyeke navxweyî de bû Tirkiye bi roleke çalak radibû. Serokê Hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbyayê Fayiz es Serrac ku AKP'ê piştgiriya wî dikir, têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re di meseleya Rojhilatê Derya Spî de bi rê ve dibir. Peymana li ser hîdrokarbon a ku Tirkiyeyê bi Lîbyayê re îmze kir, krîza li Rojhilatê Derya Spî ji nû ve geş dikir. DYE, Fransa, Yewnanistan, Yekîtiya Ewropa û Misir li ber vê peymanê rabûn. Di navbera salên 2019-2020'an de ji aliyê leşkerî ve li Lîbyayê di navbera Misir û Tirkiyeyê de hin rageşiyan rû dabûn.

Li hemberî polîtîkaya leşkerî û siyasî ya Tirkiyeyê ya li Lîbyayê, li dijî bandora Tirkiyeyê ya li ser Rojhilatê Derya Spî, Misrê hevkariya xwe ya bi Yewnanistan, Fransa û welatên Kendavê re xurt kir. Ev polîtîkaya Misrê ji bo xurtkirina aktorên li rojhilatê Lîbyayê bû. Herdu welatan li Rojhilatê Derya Spî û Lîbyayê şerê berjewendiyan kiribin jî neketin nava şerekî yekser û pêvajoya asayîbûnê dewam kir.

Beşa dawî: Normalbûyîna têkiliyên Misir û Tirkiyeyê...