BI DÎMEN

‘Kurd wê bi serkevin û hevkarên xayîn jî wê têk biçin’

Hesîna Ehmed diyar kir ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê tê pêkanîn û li hemberî xiyaneta PDK û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re nerazîbûna xwe nîşand da. Ehmed got, “Kurd wê bi serkevin û dijmin û hevkarên wê, wê têk biçin.”

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê berdewan dike. Di hemû êrîşan de PDK hem destek dide hem jî yekser li hemberî gerîla şer dike. PDK’ê bûye dijminê dilsozên azadiya Kurdistanê. Endama Yekîtiya Rewşenbîra ya Kantona Cizîrî Hesîna Ehmed, li ser xiyaneta PDK û hevkariya wê bi dewleta Tirk a dagirker re ji ANF re axivî.

‘BAŞÛR JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DIFROŞE’

Hesîna Ehmed, da zanîn ku pêvajoya ku em tê de derbas dibin, pêvajoyeke pir dijwar e û got, “Li dijî Kurdan hemû hêzên serdest planên qirkirinê pêk tînin. Dijminê gelê Kurd her dem di nav liv û tevgerê de ye. Ji bo têkbirina rêxistinbûna gelê Kurd her tişt dike. Lê tişta ku hişê me nagire, planên qirêj ji Başûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiyê pêş dikeve. Deshilatên her çar parçeyên Kurdistanê hevdîtinên wan ji hev qût nabe û her dem di nav hewildanan de ne ku Kurdan tune bikin. Wek ku tê zanîn hevpeymanên vê dawiyê yê di navbera hikûmeta Tirk, Îraq û PDK de çêbûn. Bi hev re odeyên Îstixbaratî û leşekerî li dijî PKK’ê ava kirin.  

DIVÊ GELÊ BAŞÛR HELWESTA XWE NÎŞAN BIDE

Tevgera Azadiyê PKK’ê ne tenê ji bo xwe ji bo hemû neteweyên li her çar parçeyên Kurdistanê kar dike. Êrîş li dijî kîjan neteweyî pêk were jî tevgera PKK’ê ji bo rizgarkirina gel hemû derfeta xwe seferber dike. Lê em dikarin bibêjin ku PDK partiyeke xwefiroşe. Dema alên dewleta Tirk a dagirker li herêmên xwe hildide baş tê xuyakirin ku hevalbandên hev in.  Lê helwest ji gelê Başûr tê xwestin. Ji ber ku PDK xaka Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe difroşe hikûmeta Tirk û dizane ew dijminê gelê Kurd e.  Hem jî divê em Kurd giştî li dijî van siyasetên qirêj yên hikûmeta Iraq, Tirk û PDK berxwedanî bikin û wan şermezar bikin.”

DÎROKA PDK ROJ BI ROJ REŞ DIBE

Hesîna Ehmed, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ne heyranê hikûmeta PDK ye, tenê ji bo berjewendiyên xwe wan wek çekekî bi kar tîne û wiha domand, “Hikûmeta PDK jî derfetê dide dewleta Tirk û ji bo xwe serbilindahiyekê dibîne. Divê hikûmeta PDK dev ji vê hevkariyê û xiyanetê berde. Ji ber ku gel êdî nema wê qebûl bike û li hember PDK wê rabin ser piyan. Daxwaza me ne şere bi PDK re, em dixwazin PDK xwe rast bike. Hikûmeta PDK rê daye çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku derbasî xaka Başûr bibe û ji wir ve şerê gerîla bikin. Ev ne însaniyete bi vê yekê tu şerê xwe dikî ne şerî me dikî. Wê dîroka te jî reş bibe û wê roj werin ji bo hikûmeta PDK wê bêjin xayinê ku şerê gelê xwe dikir.”

Hesîna Ehmed, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi gotina ‘tu sembola gelê Kurdî!’ PDK dixapîne û wiha dirêjî da axaftina xwe, “PDK xwe weke desthiladarê Kurdan dibîne. Xwe dixapîne. Mixabin PDK ji bo berjewendiyê xwe yên malbatî û partîbûnê dixwaze her tiştî bîne ser serê gel. Li Başûrê Kurdistanê jî Kurd bûne du alî. Aliyek destekê dide siyaseta qirêj a PDK’ê, aliyek jî li dijî wê derdikeve û ji bo parastina nirxên Kurdbûnê her tişt dike. PDK ji bo gel hemû bixe bin bandora siyaseta xwe, bi alîkariya madî dixapîne û li dijî Kurdên azadîparêz dide şerkirin.”

LI PÊŞIYA PDK FERMANA 74’AN LI DIJÎ ÊZIDIYAN PÊK HAT

Hesîna Ehmed, anî ziman ku dîroka Êzîdiyan bi rastî jî dîrokek bi êşe û got, “Li xaka Başûrê Kurdistanê li pêşiya hikûmeta PDK komkûjiya Êzidiyan pêk hat, lê dengê xwe nedikirin.  Gelê Êzîdî di jiyana xwe de êrîş û xirabî nebirine ser tu kesî, ew bixwe gelekî azadîxwaze û aştyane ye. Ez dixwazim peyamek ji xaka Rojava bidim: Çiqas hûn komkûjî pêk bînin û şer bikin jî, ew têk naçin ji ber ku Êzîdî Kurdiyên resen yên dîrokê ne. Her wiha wê Kurd bi serkevin û dijmin wê têk biçe. PDK jî wê bizanibe ku hevkariya wî bi dewleta Tirk re xiyanetek pir mezin û qirêje.”