BI DÎMEN

Muslim: Biryara Kobanê politikaya qirkirinê ye

Enwer Muslim, da zanîn ku hikûmeta Tirk kesên ku hêz dane berxwedana Kobanê dîl digire, êrîşê qada berxwedanê dike û got, “Her gaveke ku dewleta Tirk davêje ji ya berê ne serbixwetir e, polîtîkayeke qirkirinê ya topyekûn e.”

Hevserokê TEV-DEM'ê yê Kantona Firatê Enwer Muslim got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê re dixwaze serî bitewîne û vîn bişikîne, lê hê jî ji kevneşopiya berxwedanê tiştek fêm nekiriye."

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) yê Kantona Firatê Enwer Muslim ku di berxwedana Kobanê de cih girtibû, li ser biryara Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê ji ANF'ê re axivî. Muslim, da xuyakirin ku li Kobanê yekîtiya gelan pêk hat û DAÎŞ têk çûye û got ku projeyeke demokratîk di meriyetê de ye. Muslim wiha domand, “Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP'ê di bin navê Doza Kobanê de xwest îrade bişikîne û serî bide tewandin, lê hê jî ji kevneşopiya berxwedanê tiştek fêm nekiriye. Gelê Kurd bi sedsalan e serî netewandiye û dê netewîne jî.”

NE TENÊ PIRSGIRÊKA GELEKÎ YE

Muslim, destnîşan kir ku bi Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê re ne tenê gelê Kurd tê darizandin û wiha axivî, “Pirsgirêka herî sereke ya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd e. Doza Komplo ya Kobanê ne tenê pirsgirêka gelekî ye. Doza berxwedanê ye ku tevahiya mirovahî ji terora li cîhanê rizgar kiriye, doza mirovahiyê ye. Pêşî gelê Bakurê Kurdistanê piştgirî da Kobanê. Gavên herî mezin ji wir hatin avêtin. Ji heft salî heta heftê salî sînor parastin û siyaseteke xurt meşandin. Kobanê diparastin. Vê yekê ne tenê ji bo Kobanê, ji bo parastina mirovahiyê dikirin.”

DIVÊ HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENG NEMÎNIN

Enwer Muslim, da zanîn ku di wê demê de nêzî 76 dewlet Koalîsyoneke Navneteweyî ava kiribûn û ji nêz ve şahidî ji berxwedana gelê Kurd a li Kobanê kiribûn û wiha domand, “Hebûna Koalîsyona Navneteweyî hişt ku DAÎŞ mîna terorîst bê dîtin. Kesên tên darizandin li dijî terora DAÎŞ’ê bêdeng neman, li ber xwe dan û kêlî bi kêlî piştgirî dan gelê Kobanê. Koalîsyona ku di wê demê de li Kobanê bû, çima îro li hemberî dîlgirtiyên Doza Komplo ya Kobanê bêdeng dimînin? Çima li hember zilmê bêdeng dibin û dibin hevkar?” 

PÊDIVÎ BI NERAZÎBÛNÊN RADÎKAL HEYE

Muslim, destnîşan kir ku ne dozek hiqûqî, berovajî dozeke siyasiye û wiha axivî, “Em bi zîhniyeteke ku dibêje ‘hûn wekî min tevnegerin ez ê we bişewitînim’ re beramberî hev in. Her tiştek ku weke hincet bê nîşandan ne qanûnî ye. Divê sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hemberî doza ku edalet, demokrasî, wekhevî û jiyana azad lê tê qetilkirin nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”

POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ YE

Enwer Muslim, da zanîn ku rejîma yek zilamî ji bo demokrasiyê xetereye û wiha dawî li gotina xwe anî, “Îro eger hê jî dewleta Tirk êrîşî herêmê dike, sedema vê ji ber ku ji demokrasî, îrade û wekheviya gelan ditirse ye. Li aliyek mirovên ku hêzê didin vê berxwedanê dîl digire li aliyê din bêyî navber êrîşê qadên berxwedanê dike. Her gaveke ku dewleta Tirk davêje ji ya berê ne serbixwetir e, polîtîkayeke qirkirinê ya topyekûn e.”