BI DÎMEN

‘Li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê, divê em rêxistiniya xwe xurt bikin'

Fewaz Ehmed nerazîbûn nîşanî siyaseta dewleta Tirk a dagirker a têkildarî şewitandina xwezaya Kurdistanê da û got, divê gelê Kurd bi hêza xwe baawer be, piştgiriya xwe xurt bike.

Hevserokê Desteya Şaredariyan a Kantona Firatê Fewaz Ehmed, têkildarî şewata ku di 20’ê Hezîranê de li gundên di navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê û Çinar a Amedê de derketibû û di encamê de 15 kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran sewal mirin de ji ANF’ê re axivî. Ehmed nerazîbûn nîşanî siyaseta li dijî erdnîgariya Kurdistanê da û got ku hewce bike ew ê bi komên xwe yên agirkujê piştgirî bidin gelê xwe yên li Bakûrê Kurdistanê.

‘DI DÎROKÊ DE JÎ BI HEZARAN GUNDÊN KURDAN HATIN ŞEWITANDIN’

Ehmed, da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn mûdaxeleyê şewata li Bakurê Kurdistanê nekiriye û got, “Ew agir bi zanabûn hatiye pêxistin. Di rewşên wiha awarte de divê mûdaxele kiriba, lê diyare hewl tê dayîn siyaseta xwe ya şewitandina gundên Kurdan ku di dîrokê de pêk hatine dubare bike. Di dîrokê de ji bo valakirina erdnîgariya Kurdistanê bi hezaran gund ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin şewitandin. Armanc bi qirkirina xwezayê re civaka Kurd qir bike. Heman siyaset niha xwe dubare dike û berdewamiya wê qirkirinê ye."

Ehmed, diyar kir ku dewleta Tirk di heman wextê de li Bakur û Rojhilatî Sûriyê jî agir berdaye zeviyên gel û got, “Bi sedan hektarên genim, ceh û dexl û dan şewitîn. Dewleta TIrk zeviyên gel jî dike hedefa xwe. Dewleta Tirk ji dîrokê heta niha heman siyasetê pêk tîne. Divê gelê me jî li hemberî vê yekê pişta xwe bi dewleta TIrk de girê nede, dewleta Tirk bi zanebûn wiha dike." 

‘EM Ê PIŞTGIRÎ BIDIN HEV’ 

Ehmed, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi desteserkirina îradeya gel, şewitandina erdnîgariya Kurdistanê dixwaze neteweya Kurd qir bike û wiha domand, “Di encama şewata li gundên navçeya Şemrexê û navçeya Çinar a Amedê de bi hezaran sewal şewitîn û birîndar bûn. Dar û ber û dexl ku bi kedên mezin ji aliyê gel ve hatine danîn, hemû şewitîn. Ziyaneke mezin rû da. Di encama şewatê de 15 kes jiyana xwe ji dest dan. Armanca vê siyasetê, mîna ku di dîrokê de jî pêk hatî gundên Kurdan valakirin û koçberkirina gel e. Dewleta Tirk a dagirker şaredariyên Kurdan desteser dike. Ji her alî ve dixwaze gelê Kurd bêzar bike. Lê divê bê zanîn helwesta gelê me yê Kurd zelal e. Weke gelê Kurd em li kur dibin bila bibin, em ê piştgiriyê bidin hev. Astengî ew e ku sînor di navbera me de heye. Eger bihêlin em ê tevahî tîmên agirkujiyê ya Kantona Firatê têxin tevgerê û piştgiriya gelê xwe bikin."