Li paytexta Slovenya Ljubljanayê, di çarçoveya 'Rojên Diyaloga bi Abdullah Ocalan re' çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rengekî wekhev û demokratîk hate destnîşankirin ku divê bi Ocalan re diyalog bê danîn.
JOHANNESBÛRG
Koma Agahî û Lêkolînê ya Kar a Navneteweyî (ILRIG) di 22-23'ê Hezîranê de Platforma Johannesbûrgê lidar xist. Di çalakiyê de gelek rêxistinên civakî yên Başûrê Efrîkayê piştgirî dan kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Beşdaran dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' wergerandin zimanên IsiZulu, Sothu û Afrikaans û bi vî rengî piştgiriya xwe ji bo kampanya azadî ji Abdullah Ocalan re nîşan dan.