Şandeya CHP'ê li herêma şewatê ye: DEDAŞ û destwerdana dereng bû sedema felaketê

Şandeya CHP'ê ku herêmên şewatê yên navbera Amed û Mêrdînê ziyaret kir, diyar kir ku sedema mirina mirovan ji ber bêberpirsyariya DEDAŞ'ê û destwerdana bi derengî ye.

Serdana şînên ji bo kesên di şewata li navçeya Şemrex a Mêrdînê û li navçeya Çinar a Amedê jiyana xwe ji dest dane hatine danîn didomin. Îro jî şandeya ku Serokwekîlê Koma Partiya Gel a Komarê (CHP) Alî Mahîr Başarir, parlamenter Velî Agbaba, Sezgîn Tanrikûlû û Serokê CHP’ê yê Amedê Îsmaîl Akyil di nav de ji bo sersaxiyê serdana malbatên kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane kirin.

Şandeya CHP’ê ya ewilî çû gundê Helberê yê Çinarê, pişt re derbasî gundê Tobinî bû. Şandeya ku herêmên şewatê lêkolîn kir pişt re drebasî mala şînê bû. Şandeya CHP’ê ya ji hemwelatiyan re sersaxî xwest, li vir daxuyaniyek da.

Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir ê ewilî axivî, anî ziman ku li herêma şewatê karesateke mezin pêk hatiye. Başarir diyar kir ku têkildarî bûyerê hem muxtar hem jî şahidên bûyerê bi baldarî guhdarkirine û bi lêv kir ku ji herkesê guhdar kirin ku DEDAŞ berpirsyar e. Başarir ê got ku “Em jî li vir dibînin, bi dîrekên 50 salan ceyranê didin” anî ziman ku divê dozgerên komarên bi awayekî objektîf lêkolînê bikin.

Başarir, anî ziman ku yek ji kêmasiyeke din a girîng a şewatê jî mudaxileya dereng e û wiha domand: “Ji bo ku mudaxile dereng hatiye kirin evqas mirovan jiyana xwe ji dest dan û zirar evqas mezin bû. Divê ev mijar jî were lêkolînkirin.”

Başarir, da zanîn ku divê dewlet li cem mexdûran be û got: “Li vir av, ceyran û înternet nîne. Mirovên me jiyana xwe bi zorî didomînin. Ji xwe mirovên me ji ber li sewalên xwe nêrîn û xwestin berhemên xwe xelas bikin jiyana xwe ji dest dan. Em jî dê ji şaredariyên xwe piştgiriyê bixwazin. Heta ku hemû rastiya bûyerê derkeve holê em ê li vir bin.”

Parlamenterê CHP’ê yê Meletiyê Velî Agbaba yê pişt re axivî jî wiha got: “Şewata li vir ji ber ceyranê derketiye. Em li vir encama taybetkirinê dibînin. Tu razemenî nehatine kirin. Bi têlên kevin ceyran tê dayîn. Divê ev bi awayekî cidî were lêkolînkirin û careke din heman tişt ne qewimin. Gundî weke sûcdar tên nîşandan lê sûcdar ew ên ku direk û têlên ceyranê kontrol nekirine ne.”

Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû yê pişt re axivî jî wiha got: “Ji bo min cihê xemginiyê ye ku mirov hê jî ji ber sedemên ku pêşî lê nayê girtin jiyana xwe ji dest didin. Em di sala 2024’an de hêj ji van dîrekan xizmetê wergirtin, hêj bi armanca qezenckirinê li xizmetê bê nêrîn û hêj gotina nefretê bê kirin û nikarin bibin hevkarê êşa hemwelatiyên me ev yek min diqehirîne. 15 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Em ê hesabê ji kesên bûne sebebê vê bipirsin.”

Tanrikûlû, got ku “Kesê ji roja ewil ve ne tenê ji ber vê bûyerê ji ber pratîkên wê yên din jî DEDAŞ weke gumanbara asayî îlan kiriye ez im” ev tişt gotin: “DEDAŞ jî sûcekê xwe yê asayî înkar dike û hemwelatiyan hedef nîşan dide. Rapor dê derkevin holê. Bi awayekî giştî hate dîtin ku ne şewata pirêzeyan e. Dema palehî nehatibe kirin pirêze nayên şewitandin. Ev ne rast e. Hevî dikim ku dozgerî lêkolîneke zelal û rast pêşkeşî rayagiştî bike. Divê em di nava piştevaniyê de bin. Di mijara xetên ragihandinê de em dizanin ku DEDAŞ’ê razemeniyeke baş nekiriye. Wan jî digot razemenî kêm in. Divê dewlet bêyî ku vî karî ji şîrketa taybet re bihêle ew bi xwe karê tamîrkirinê bike. Ji bo ku serê vê bûyerê neyê girtin tişta ji destê me were em ê bikin.”

Parlamenterê CHP’ê yê Edîrneyê Ahmet Baran Yazgan jî wiha got: “Li vir hemwelatiyên me ne sûcdar in. Ji bilî li vir ji dayikbûne û dijîn tu sûcê hemwelatiyên me nîne. Heke ev sûc be, belê em sûcdar in. Em li cem hemwelatiyên xwe ne. Divê dewlet û hikumet demildest gavê biavêje.”

Serdanên şandeya CHP’ê didomin.