BI DÎMEN

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê diyar kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 gerîla şehîd bûn û got: “Em soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî şehîdan ev tişt diyar kirin:

“Hevrêyên me Berxwedan û Ezîz li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de di encama êrîşên dijmin de şehîd bûn û tevlî karwanê şehîdan bûn.

Hevrêyê me Berxwedan ji Efrîna ku bi berxwedanê re bûye yek, tevlî nava refên gerîla bû. Bi têkoşîna xwe ya destanî ya ji Avaşînê heta Zapê meşandî, di nava têkoşîna me ya azadiyê de cihê xwe yê bi rûmet girt. Hevrêyê me Berxwedan li her qada ku lê ye bi xwesteka ku derbe li dijmin bixe, derket pêş. Bawer kir ku encex bi vî rengî dikare bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd. Di tunelên berxwedanê de û bi tarzê tîmên gerîla yên nîv bi tevger di gelek çalakiyên ku li herêmên Avaşîn û Zapê li dijî dijmin hatin lidarxistin de, cih girt û armanca wî ya esas ew bû ku wezîfeyên xwe yên demê bê kêmahî bi cih bîne. Hevrêyê me Berxwedan ji bo ku asta profesyoneltiyê ya ku gerîlayên azadiyê xwe gihandiyê, di hundirê xwe de ava bike û derbasî pratîkê bike bi fedekarî kedeke mezin da.

Zarokê bi wêrek ê Cizîra Botan hevrêyê me Ezîz bi serhildanan têkoşîna me ya azadiyê nas kir û ji bo ku ev têkoşîn bigihije serketinê, bêyê teredut berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji dema ku tevlî nava refên gerîla bûyî û vir ve, bû xwediyê têkoşîneke têr û tejî. Hevrêyê me ji xwe re kir hêman ku li kuderê pêwîstî hebe, ew li wir be. Ji Rojava heta Qendîlê, ji Xakurkê heta gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bû xwediyê têkoşîneke bê hempa û hewl da ku wezîfeyên xwe yên şoreşgeriyê bi layiqî bi cih bîne. Hevrêyê me bi vê taybetmendiya xwe bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Bû şoreşgerekî wisa ku her tim bi dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re, di têkoşîna me de were bîranîn.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Berxwedan û Ezîz, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Berxwedan Qehreman

Nav û Paşnav: Mihemed Silêman

Cihê Jidayikbûnê: Efrîn

Navê Dayik – Bav: Ferîde – Mûsa

Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Çileya 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Nasnav: Ezîz Gabar

Nav û Paşnav: Serdar Sonmez

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Leyla – Ezîz

Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Nîsana 2024’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

BERXWEDAN QEHREMAN

Hevrêyê me Berxwedan li Efrînê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe, hîna di temenê biçûkahiyê de têkoşîna me nas kir. Hevrêyê me bi çîrokên lehengiyên gerîla yên ku ji malbata xwe guhdar kirî, mezin bû û gerîla kir lehengê zarokatiya xwe. Lewma hîna di temenekî biçûk de xwest bibe gerîla. Hevrêyê me Berxwedan xeyalê xwe jî bi xwe re mezin kir û bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re derfet dît ku têkoşîna me hîn nêztir nas bike. Hevrêyê me piştî ku fikrên Rêber Apo li Rojava zindî bûn, rastiya Rêbertî hîn baştir fêm kir û weke ciwanekî Kurd fikirî ku divê ew jî di nava xebatên şoreşê de cihê xwe bigire. Li ser vê bingehê destpêkê di nava xebatên ciwanên şoreşger de cihê xwe girt. Di pêvajoya ku nava van xebatan cih girtî de, bi nîqaşên ku bi hevrêyên xwe re kirî xwe di warê îdeolojîk de hîn bêhtir pêş xist. Dema ku çeteyan her roj êrîşî destkeftiyên gelê me yên li Rojava kir û gelek kes şehîd kirin, li dijî vê yekê hevrêyê me Berxwedan biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Weke ciwanekî Kurd fêm kir ku wezîfeya wî ya destpêkê parastina destkeftiyên gelê me ne. Destpêkê tevlî hêzên berxwedanê yên li Rojava bû. Bi perwerdeyên ku di demên kurt de qediyan, xwe di mijarên leşkerî yên esas de pêş xist. Li dijî êrîşên çeteyan di gelek çeperan de şer kir. Armanca esas a hevrêyê me Berxwedan ew bû ku destkeftiyên gelê me biparêze. Di her pratîka şer de, bi cesareta xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me têkildarî şer her roj tecrubeyên xwe zêde kir û bû şervanekî bi tecrube. Bi taybetî êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê û komkujiya ku pêk hatî, hevrêyê me Berxwedan anî cudabûna rê. Hevrêyê me fikirî ku divê êdî bi temamî jiyana xwe fedayî gelê me bike. Bawer kir ku eger bibe şoreşgerekî profesyonel, wê wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Hevrêyê me dizanî ku ev yek jî encex li çiyayên Kurdistanê bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Berxwedan dema ku cara ewilî hatî çiyayên Kurdistanê, li hemberî heybeta çiyayan nekarî heyrantiya xwe veşêre. Di demeke kurt de bi jiyana gerîla û çiyê re bû yek. Hevrêyê me hîs kir ku hingî bi xwezaya çiyayan a mirov azad dike re dibe yek, ji azadiyê par digire. Tevlîbûneke hîn zêde û bandortir pêk anî û ji bo bibe gerîlayekî pispor ket nava hewldanê. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bûye şoreşgerî profesyonel, her tim xwe kêm dît û ji bo hîn zêdetir pêş bikeve ket nava hewldanê. Bi taybetî ji bo ku di taktîka gerîla ya dema nû de bibe pispor, israr kir. Li ser vê bingehê li Akademiya Şehîd Mahir perwerde dît û xwe di her warê de ji şer re amade kir. Dema ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir, bi israr xwest biçe herêmên Zap û Avaşînê ku şer lê dijwar e. Pêşniyara hevrêyê me Berxwedan hate qebûlkirin, bi îdîa û biryardariyeke mezin destpêkê derbasî herêma Avaşînê bû. Li Avaşînê beşdarî berxwedana dîrokî ya ku di bin fermandariya hevrê Cumalî Çorûm de dihat meşandin, bû. Di çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin hatin kirin de cih girt, wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih anî.

Hevrêyê me piştre derbasî qada Zapê bû û beşdarî berxwedana li vir bû. Hevrêyê me Berxwedan ku li gelek qadên Zapê beşdarî xebatan bû, li vir tawîz ji sekna xwe ya bi biryar neda. Hevrêyê me israr kir ku hêrs û kîna di dilê xwe de li hemberî dijmin veguherîne çalakiyê û ji bo lidar xistina gelek çalakiyan bû xwedî rol. Di şert û mercên zehmet ên şer de, bi nirx û hezkirina xwe ya li hemberî hevrêyêyên xwe û bi têkoşîna xwe ya fedakarî rêzdariya hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me Berxwedan ji bo pêşketina berxwedana Zapê, bû xwedî kedeke bê hempa û bû yek ji hevrêyên me yê ku li Zapê şopa xwe hişt.

Hevrêyê me Berxwedan 16’ê Çileya 2024’an di êrîşa dijmin de şehîd bû. Li çiyayên Kurdistanê ya ku azadî lê hîs kirî, bû xwedî jiyaneke bi wate û di têkoşîna me ya azadiyê de cihê xwe yê bi rûmet girt. Hevrêyê me Berxwedan mîna ku xeyal kirî, jiya û li pey xwe mîrateya têkoşîneke dewlemend hişt. Weke hevrêyên wî em soz didin heta ku têkoşîna hevrêyê xwe Berxwedan bi serketinê tacîdar bikin, bi biryardarî şer bikin.

EZÎZ GABAR

Hevrêyê me Ezîz li Cizîra Botan a dêrîn ku yek ji wan cihên Kurdistanê ye û welatparêzî lê zêde ye, ji dayîk bû. Ji ber ku malbat û derdora hevrêyê me welatparêz bûn, hevrêyê me Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di temenê xwe yê biçûk de nas kir û bi çanda welatparêziyê mezin bû. Sempatiya hevrêyê me ya ji bo tevgera me ya azadiyê hê di temenên zarokatiyê de destpê kir. Hevrêyê me rastiya dijmin nas kir û li dijî zilm û neheqiyê tim hêrsa di dilê xwe de mezin kir. Hê di dema dibistana seretayî de nakokî li gel hevrêyê me peyda bûn. Li herêmeke weke Botanê ku lê hişmendiya Kurdayetiyê zêde ye û li dibistanan neaxaftina zimanê dayikê bûn sedem ku hevrêyê me li dijî pergalê bikeve nava lêgerînan. Hevrêyê me piştî dibistana navîn perwerdeya pergalê red dike û ji bo debara malbata xwe di hin karan de xebitî. Bi saya hessasiyeta xwe ya di mijara kedê û dîsîplîna xwe ya xebatan de ji aliyê her kesî ve hate hezkirin. Hevrêyê me Ezîz biryarê dide ku tevlî têkoşîna me ya azadiyê bibe û ji bo ku vê biryara xwe bi cih bîne weke pêngava ewil di nava xebatên ciwantiyê de cih digire. Hevrêyê me Ezîz li hemberî planên tasfîyekirinê yên DAÎŞ’ê yên di sala 2014’an de yên li dijî gelê me bêdeng namîne û biryara tevlîbûnê dide. Girêdayî vê yekê hevrêyê me derbasî herêma Cûdiyê dibe û tevlî nava refên gerîla dibe ku mezintirîn xeyala wî bû û dibe şervanê azadiyê.

Hevrêyê me Ezîz di demeke kurt de adapteyî jiyana gerîla dibe û piştî ku demekê li herêma Cûdiyê dimîne derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Hevrêyê me perwerdeya xwe ya ewil li herêma Garê digire û bi awayekî serkeftî perwerdeya xwe ya şervantiya nû temam dike. Hevrêyê me Ezîz gelekî dimîne di bin bandora têkiliya hevrêtiyê û jiyana gerîla de. Hevrêyê me piştî perwerdeyên ku dibîne dest bi lêpirsîneke kûr dike û xwepêşvebirina di warê leşkerî û îdeolojîk de ji xwe re esas digire. Hevrêyê me ji bo ji êrîşên li Rojava yên li dijî gelê me re bibe bersiv dest bi lêgerînan kir û ji bo ku bi gelê me re têbikoşe hin pêşniyarên wî çêbûn. Hevrêyê me xwest tecrûbeyên xwe yên ku di demeke kurt de li çiyayên azad bidestxistî li qada şer bi pratîkê nîşan bide. Di sala 2014’an de derbasî Rojava dibe. Hevrêyê me li Rojava di gelek pêngavan de cih digire û di serkeftinên tên bidestxistin de xwedî roleke mezin bû. Hevrêyê me li Rojava ku projeya Rêbertî ya pêkvejiyana gelan lê pêk hatiye, li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê weke gerîlayekî Apoyî erkên xwe bi cih anîn. Hevrêyê me Ezîz di têkoşîna destanî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên DAÎŞ’ê de cihê xwe digire û li her cihê ku lê ma girêdayî xeta milîtaniya fedaî ya Apoyî têkoşîna xwe bê navber meşand. Hevrêyê me erkên xwe yên li Rojava bi awayekî serkeftî bi cih anîn û dubare berê xwe dide çiyayên azad. Herêyê me Ezîz dixwaze xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de bibe gerîlayekî profesyonel û di sala 2018’an de perwerdeya pisporiyê ya leşkerî digire. Hevrêyê me Ezîz ji têkoşîna hevrêyên me yên ku di Têkoşîna Xwerêveberiyê ya sala 2015’an de ya li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û herêmên din şehîd dibin, bandor dibe û ji bo tolhilînîna hevrêyên xwe yên şehîd soz dide ku bi perwerdeyên xwe yên pisporiyê xwe zêde pêş bixe. Ji bo ku hêrsa li dijî dijminî veguherîne çalakiyan di warê leşkerî de li ser dewlemendiyên taktîkî kûr dibe û pêşveçûnên mezin bi dest dixe. Hevrêyê me di tevahiya pêvajoya perwerdeyê de gelekî li ser parastin û analîzkirina kesayetan ên Rêbertî xwe kûr dike û derdoreke nîqaşê ya dewlemend ava dike. Hevrêyê me piştî perwerdeyê li herêma Qendîlê di nava xebatên stratejîk de cih digire. Hemû erkên xwe bi coş û moraleke mezin bih anîn. Di serdema ku dijmin êrîşên xwe zêde dike de hevrêyê me derbasî herêmên ku lê şer dijwar dibe û derfetê dibîne ku tecrûbeyên xwe yên di warê leşkerî de di pratîkê de nîşan bide. Hevrêyê me taktîkên gerîla yên serdema nû bi hosteyî û cesareteke mezin di pratîkê de bi cih tîne û dibe xwediyê pratîkeke serkeftî.

Hevrêyê me Ezîz Gabar di encama êrîşeke dijimin a 18’ê Nîsana 2024’an de şehîd dibe û tevî hemû şert û mercan jî weke milîtanekî fedekar ê girêdayî xeta Apoyî, hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me ji kêliyên ewil ên tevlîbûna nava refên gerîla ve di nava lêgerînan de bû ku derbe li dijmin bixe û bi taktîk, kûrahî, performanza zêde û sekna xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de bû şervanekî wêrek. Weke hevrêyên wî em dubare soz didin ku em ê ala têkoşînê ya ku wî dewrî me kiriye, bigihînin serkeftinê.”