Doza Kobanê ya Duyemîn roja Sêşemê destpê dike

Doza kûmpasê ya Kobanê ya duyemîn ku li hemberî pênc siyasetmedarên HDP'yî hate destpêkirin wê roja Sêşemê pêk were.

Doza kûmpasê ya duyemîn a Kobanê ya li dijî HDP'iyan destpê dike.

Doza duyemîn li hemberî siyasetmedar Huda Kaya, Serpîl Kemalbay, Fatma Kûrtûlan, Garo Paylan û Pero Dundar e.

Rûniştina destpêkê wê roja Sêşemê saet di 10:00 de li Girtîgeha Sîncanê pêk were.

Di dozê de ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'emîn a Enqereyê ve tê birêvebirin tê xwestin 38 caran cezayê girtîgehê yê girankirî yê heta bi hetayê û 19 hezar û 680 sal cezayê girtîgehê bê birîn.

Gilînameya ji 298 rûpelan a li dijî siyasetmedaran hate amadekirin di 22'ê Gulanê de ji Dadgeha Cezayê Giran a 22'emîn a Enqereyê re hatibû şandin.