Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Hemed şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agahiyên li ser nasnameya endamekî xwe Ziyad Hemed eşkere kir ku di 19'ê Hezîranê de li bajarê Şedadê yê Hesekê şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hêzê sersaxî ji malbata şehîd Ziyad Hemed xwestiye û soz daye ku li ser şopa wî û hevalên wî yên şehîd, destkeftiyên şoreşê biparêzin ta ku civakeke ewle û aram bi dest bixin.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ye:

"Nav û paşnav: Ziyad Hemed
Navê bav: Xelef
Navê dayîkê Sûriye
Cih û dîroka tevlêbûnê: Şedad, 14-8-20218
Cih û dîroka şehadetê: Şedad; 19-6-2024."