Di sê rojan de li heft bajaran 8 jin hatin kuştin

Di nava sê rojên dawî de li Amed, Îzmîr û Edene jî di nav de li 7 bajaran di bûyerên şîdeta li hemberî jinê de herî kêm 8 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Jinek jî di nava şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest da.

Di encama polîtîkayên desthilatdariyê de qetilkirin û şîdeta li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Di nava sê rojan de li heft bajaran 8 jin hatin kuştin.

EDENE

Li navçeya Seyhan a Edenê, di 22’ê Hezîranê de Hakîm Eba yê 23 salî Şukran Eba ya 19 salî ya ku bi wê re di nava pêvajoya hevberdanê de bû, li ber deriyê mala malbata wê bi çekê qetil kir. Faîl Hakîm Eba piştre birayê hevjîna xwe Muhammet Erat, xesûya xwe Leyla Erat û xezûrê xwe Turgut Erat bi çekê qetil kir. Paşê kujer zarokê xwe yê nû jidayik bûye girt û ji cihê bûyerê reviya.

ÎZMÎR

22’yê Hezîranê li navçeya Konakê ya Îzmîrê Ridvan Kahraman, Fatma Kahraman a ku pê re zewicî bû bi çekê bi giranî birîndar kir. Fatma Kahraman rakirin nexweşxanê, lê tevî hemû mûdaxeleyan nehat rizgarkirin. Ridvan Kahraman li Termînala Otobûsê ya Denîzliyê ji aliyê polîsan ve hat girtin. 

Di heman şevê de Sedat Mertoglu, Gulsum Mertoglu ya ku bi wê re di pêvajoya hevberdanê de bû, bi amûrek birek birîndar kir. Gulsum Mertoglu ya ku ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Sedat Mertoglu hîna nehatiye girtin.

BALIKESÎR

Di 22 Hezîranê Maîzer Gokyildiz ji hêla zilamê pê re zewicîbû Cevrî Gokyildiz (55) ve bi çekê hate qetilkirin. Cevrî Gokyildiz piştî bûyerê hewl da ku xwe jî bikuje û bi giranî birîdar bû. Gokyildiz rakirina nexweşxaneyê û ji ber rewşa xwe ya giran hatiye entubekirin. 
 
AMED 
 
Di 23’yê Hezîranê roja Yekşemê saet derdorê 10.15’an Hîlal Kar ji hêla meleyê pê re zewicîbû M.D. ve bi çekê hate qetilkirin. 
 
Xebatên peydakirina fail berdewam dikin. 
 
ANTALYA 
 
Di roja 23’yê Hezîranê de li Antalyayê Ayten Çagiran ji hêla mêrê dest jê berdabû Abdulkadîr Kocaoglû ve bi alava tuj hate qetilkirin. Faîl ji hêla polîsên hatine cihê bûyerê ve hate binçavkirin. 
 
DÎLOK 
 
Di 23’yê Hezîranê li navçeya Ereban a Dîlokê de Fatma Mercadagli ji hêla mêrê pê re zewicîbû Mehmet Emîn Mercandagi re bi çekê hate qetilkirin. Faîl ji hêla cendirmeyên hatine li cihê bûyerê ve hate binçavkirin. 
 
COLEMÊRG 
 
Cenazeye Kubra Gultekîn a ji duh ve agahî jê nayê girtin, di nav Ava Zapê de hate dîtin. 
 
RIHA
 
Îro N.K. (56) ya li Taxa Bahçelîevler a girêdayî navçeya Halîliye ya navendî ya Rihayê dijiya, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin. Malbata N.K.’yê ku agahî jê negirtin rewş ji tîmên polîs û tenduristiyê re ragihandin. Tîmên tenduristiyê yên hatin navnîşana N.K.’yê tespîtkirin ku jiyana xwe ji dest dane. 
 
Piştî lêkolîna ewil cenazeyê N.K.’yê ji bo otopsiya wê bê kirin rakirina morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.