BI DÎMEN

Ji femînîstên Abya Yalayê 'Karavana Vegera li Civakê'

Şandeyek femînîstên Abya Yala, bi dirûşma "Ji Abya Yala heta Kurdistanê Konfederalîzmê dirêsin” li her welatê ku tê re derbas bibin wê bi rêxistinên jinan re hevdîtinan pêk bînin.

FEMÎNÎSTÊN ABYA YALAYÊ

Li ser banga femînîstên Abya Yalayê ji Arjantîn, Ûrûgûay, Şîlî, Meksîka, Paîs Bask, Bolîvya, Meksîka û Hondurasê şandeyek ku femînîst di nav de ne bi dosta gelê Kurd Lolîta Chavez a ji Îxim Xulewlî ye wê pê re vegerin cih û warê wê.

Di 22'ê Hezîranê de li Chiapasê wê “Karavana Vegera li Civakê” were vekirin û  ji bo bîranîna mirovên ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dane û ji aliyê hêzên serdest ên cîhanê ve ji axa xwe hatin koçberkirin,bi merasîmekê dest pê kir. şande wê li cihên ku tê re derbas bibin, bi dirûşmeya "Ji Abya Yala heta Kurdistanê Konfederalîzmê dirêsin” wê rêze çalakiyan li dar bixin.

Rawestgeha duyemîn a şandeyê dê paytext Meksîko City be. Paşê wê çalakiyên bi mazûvaniya Honduras COPINH bên lidarxistin û gora jîngehparêz, aktîvîst û parêzvana mafên xwecihî ya Hondurasê Berta Caceres a ku xelat girtibû û di sala 2016'an de hatibû qetilkirin bê ziyaretkirin. Şande wê piştre biçe Guatemalayê û li wir 2 rojan çalakiya xwe bidomîne. 

Şande li cihên ku to de derbas dibin ji bo avakirina Konfederalîzma Demokratîk a gelên cîhanê wê bang li rêxistinên jinan bike û li ser mijarê semîneran li dar bixe.

Polîtîkayên jicîhûwarkirinê bi awayekî sîstematîk ji aliyê pergala kapîtalîst a baviksalarî ve ji bo têkbirina gel tê meşandin; bi taybetî hedefgirtin, sirgûnkirin û dersînorkirina jinan; pêşxistina femînîzma bersivê dide têkoşîna gel; ji bo jiyaneke bi rûmet pêşxistina Konfederalîzma Demokratîk a gelan û jinan wê bibe mijara sereke ya semîner û nîqaşan. 

Di şandeyê de aktîvîstên femînîst ên navdar Lolîta Chavez, Adriana Guzman, Claudia Corol, Bertita Zunega hene. 

LOLÎTA CHAVEZ KÎ YE?

Rahîbe Aura Lolîta Chavez niha çalakvanek naskirî ye û di têkoşîna parastina çavkaniyên xwezayî de referansek cîhanî ye; ji bo gelê Maya Kicheyê wekî ku ew dibêje, xweza bi hemû awayên tevna jiyanê ve girêdayî ye, ji ber ku her tişt xwedî jiyan û giyan e. Lolîta, ji ber çalakvana civakî û parêzvana civakê ye, bi krîmînalîzekirinê û gelek hewildanên kuştinê re rû bi rû ma. Lolîta ya ji Îxim Xulewlî ye ku ji aliyê hêzên kapîtalîst ve weke Guatemala hatiye binavkirin ji neçarî terk kir û ji sala 2017’an vir ve li sirgûnê ye.