Cenazeyê şervana YPJ'ê hate veşartin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Delîla Cûdî li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê hate veşartin.

ŞEHÎD DELÎLA CÛDÎ

Bi sedan şênî li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê kom bûn ku cenazeyê şehîd wergirin. Piştî ku şêniyan cenaze wergirt, berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Şehîd Delîla di 13'ê vê Hezîranê de di qezayekê de şehîd bû.

Li wir, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û soza şopandina rêya şehîdan, parastina nirxên şoreşê û xaka herêmê nû kir.

Her wiha endama Meclisa bajarê Dêrikê Zeyneb Mihemed axivî û rola şehîdan di rizgarkirina herêmê, pêkanîna ewlehî û aramiya wê de, anî ziman.

Li dawiyê wesîqeya şehadetê ya şehîd Delîla Cûdî ji aliyê Meclisa Malbata Şehîdan ve hat xwendin û ji bo malbata wê hat radestkirin.

Piştre şehîd bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.