Borrell hişyarî da Gurcistanê: Dibe deriyê YE’yê were girtin

Li Gurcistanê qanûna “bandora biyanî” hate qebûlkirin. Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell hişyarî kir ku YE ji vê qanûnê bi fikar e û dibe ku deriyên xwe ji vî welatî re bigire.

Beriya civîna wezîrên karên derve yên YE’yê li Luksembûrgê destpê bike, Borrell daxuyaniyek da û got: “Deriyê Yekîtiya Ewropayê ji Gurcistanê re vekirî ye. Lê eger ev hikûmet li ser heman rêyê dewam bike, tiştên ku kirine bidomîne, deriyên ji Gurcistanê re hatine vekirin wê bên girtin û gelê Gurcî wê ji encamên vê yekê bandor bibe.”

3’yê Hezîranê rayedarên Gurcî ji qanûneke zextkar a Rûs îlham wergirtin û qanûna “bandora biyanî” xistin meriyetê. Ev jî bû sedem ku li paytext Tîflîsê bi hefteyan xwepêşandanên mezin bên lidarxistin û ji welatên Rojavayî jî rexneyên tund hatin.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî ketina bi dehan rayedarên Gurcî ya welêt qedexe kir. Ev qanûn weke îşareteke nêzbûna bi Rûsyayê re tê dîtin û ev rayedarên Gurcî jî ji ber vê qanûnê tên sûcdarkirin.

Partiya desthilatdariyê ya ku di du salên dawiyê de sekna muhafazakar a Gurcistanê xurt kir, di destpêka meha Hezîranê de qanûnek pêşkêş kir ku di perwerde û televîzyonê de “propagandaya LGBT’ê” qedexe dike.

Borrell ragihand ku wezîrên Ewropayê roja Duşemê wê têkildarî berteka li hemberî geşedanên li vî welatî nîqaş bikin, lê wê di vê civînê de ti biryar neyên dayîn.

Pêkanînên li hemberî rayedarên Gurcî jî di nav de, gelek bijartek li ser maseyê hene. Borrell di daxuyaniya dayî çapemeniyê de, ev tişt got: “Em naxwazin gel bandor bikin.”

Borrell diyar kir ku rawestandina alîkariya leşkerî ya ku di çarçoveya Fona Aştiyê ya Ewropayê de ji aliyê YE’yê ve tê dabînkirin, astengkirina seyahetê ya hin rayedarên Gurcî yan jî bloke kirina beşeke alîkariya madî ya ji Tîflîsê re jî di nava van tedbîran de heye.

Ji Wezareta Karên Derve ya Estonyayê Margûs Tsahkna jî ev tişt anî ziman: “Peyama girîng ev e: Eger ev hikûmet helwesta xwe neguherîne, qanûna xwe ya têkildarî mudaxeleya derve paşde nekişîne wê ji bo Gurcistanê ti pêşveçûn li ser rêya Yekîtiya Ewropayê çênebe. Ji bo Gurcistanê rewş cidî ye.”

Di Kanûna 2023’yan de ji bo beşdarbûna YE’yê, statuya welatê namzet dan Gurcistanê, lê hîna muzakereyên beşdarbûnê destpê nekirine.