BI DÎMEN

Li Dêrazorê û Tebqayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dêrazorê û Tebqayê meş hatin lidarxistin.

JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN MEŞ

Di meşên ku li Dêrazorê û Tebqayê hatin lidarxistin de azadiya Rêberê Gelê Kurd ku di bin tecrîda mutleq de ye hate xwestin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.

DÊRAZOR

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirşûma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de bi sedan şêniyên bajarokê Kesra yê kantona Dêrazorê meşiyan.

Meş ji pêşiya Meclîsa Herêma Xerbî ya bajarokê Kesra yê rojavayê Dêrazorê destpê kir û li çerxerêya Delê rawestiya.

Li wir bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan endama rêveberiya yekitiyê Rewda El Hisên daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda sîstematîk a ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne, hat şermezar kirin û hate diyarkirin li hember tecrîdê, têkoşîna gelên azad ên xwedî li fikrên wî derketine, mezin bûye.

Di daxuyaniyê de soza domandina berxwedanê li ser şopa şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina civakeke siyasî ya ekolojîk li gorî ramanên Abdullah Ocalan hate dayîn.

TEBQA

Her wiha di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê meşek lidar xist. Şênî, nûnerên saziyên sivîl, meclîs û komînên bajarê Mensûra, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Mensûra û Tebqayê beşdarî meşê bûn.

Meş ji têketina bajarê Mensûra destpê kir û li têketina bajêr a li aliyê rojhilatê rawestiya.

Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan Gulîzer Henan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin tecrîd li dijî hemû pergal û peymanên navneteweyî ye, ji ber wê azadîxwaz û têkoşeran li Ewropa û Rojhilata Navîn û heta li bakurê Efrîkayê derketin xwepêşandanan.

Her wiha di heman çalakiyê de hevserokê Meclîsa Sivîl a El Mensûra Mihemed El Mehmûd axivî û got: "Hewldanên dewleta Tirk vîna me naşikînin. Bandor li hevgirtina me ya li hember planên dijminan jî nake."

Her du çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawîn bûn.