BI DÎMEN

Şehîdên Komkujiya Helincê hatin bibîranîn

Kongra Star a Kantona Firatê bi boneya salvegera 4’emîn ya Komkujiya Helincê li cihê komkujiyê find vêxistin.

Kongra Star a Kantona Firatê bi boneya salvegera 4’emîn ya Komkujiya Helincê li cihê komkujiyê find vêxistin. Bi dehan welatî tevlî bîranînê bûn. Li cihê komkujiyê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.

Di bîranînê de dayika şehîd Şervan, Eyşe Efendî axivî û got: “Tenê rêyek me heye, ew jî rêya serkeftinê ye. Çar sal bi ser Komkujiya Helincê re derbas bû. Dijmin ji hêza jina Kurd ditirse. Jina Kurd ji bo gelên cîhanê bûye hêviya azadiyê.”

Piştre birayê şehîd Hebûn, Rifet Mele Xelîl axivî û got: “Em ê timî li ser rêya şehîdan li ber xwe bidin û li hemberî hemû êrîşan têkoşînê geş bikin.”

Piştî axaftinan li cihê komkujiyê find hatin vêxistin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.