MJS: Em darvekirina Zeyneb asteng bikin

MJS, banga xwedîderketina li Zeyneb Zekaanvand a ku Îram dixwaze darve bike kir.

Meclîsa Jinên Sosyalîs (MJS), têkildarî  Zeyneb Sekaanvand a ku ji ber ji hevjînê xwe şided didît û hevjînê xwe kuştin, ji aliyê rejîma Îranê ve bi cezayê darvekirinê hate cezakirin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin: Zeyneb Sakaanvad bi dehan car şided li ser hatiye kirin. Ji ber ku herî dawî xwe parastiye, ji aliyê rejîma Îranê ve tê xwestin darve bikin. Rejîma şoven a Îranê ji beriya niha Reyhan Cabar û deha jin qetilkir. Bi dehan jin ji ber ku xwe parastine li benda darvekirinê ne.”

‘BI ÇALAKIYAN XWE RÊXISTIN BIKIN’

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Ji bo li dijî polîstikay û hişmendiya paşverû ya dewleta Îranê ya li dijî jinan, xwedî li Zeynebê derbikevin, divê bibîn deng û nefesa Zeyneb.

Ji bo Zeyneb neyê darvekirin divê faksên protestoyê bişînin Sefaretxaneya Îranê, di heman demê de çalakiyê piştgiriyê li dar bixin, piştgiriya jinan li her qadê xurt bikin.

Teqez bi hêza piştgiriya jinan Zeyneb ji cezayê darvekirinê rizgar bikin.”