Mêrdîn: Rexnedayina Leyla Guven rexnedayina me hemûyan e

''Endama KJK'ê Rewşan Mardîn têkilî grevên birçîbûnê axivî û got, ''Çawa ku bi pêşengiya YPJ'ê çong li DAÎŞ'ê hatibin şikandin, bi berxwedana Leylayan jî wê dawî li AKP'ê were danîn''.

Endama koordînasyonê ya KJK’ê Rewşen Mêrdîn bû mêvana Bernameya Rojeva Jin a Stêrk TV û mijarên di rojevê de nirxand. Mêrdîn bi gotina ‘'Bi berxwedanî û tekoşîna Rêbertî û gelê me wê dijmin negihêje tu encaman'’ bersiva pirsên rojnemevan Arjîn Baysel da.

Mêrdîn 8’ê Adarê ya ku bi pêşengiya rihê berxwedêr a Leylan hatî pîroz kirin wiha nirxand: “Di 8’ê Adarê de car din me dît ku jin gihiştine wê astê ku civak û jiyanek wekhev û azad bi rê ve bibin. Me dît ku çawa di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de kolan bi rengê jinan hatin xemilandin, lê a girîng ew e ku em her rojê bikin 8’ê Adarê û bi wî rihî têbikoşin. Her diçe êrîş û zextên li ser jinan zêde dibin, ji bo wê pêwîst e ku tevahî rojên me bi berxwedan, tekoşîn û xwe bi rêxistiniyê derbas bibin.”

'BI PÊŞENGIYA LEYLA GUVEN WÊ DAWÎ LI DAGIRKERIYA AKP-MHP'Ê WERE'

Mêrdîn diyar kir ku bi pêşengiya şervanên YPJ’ê çong li çeteyên DAIŞ’ê hate şkandin û wiha pê de çû: “Bi pêşengiya jinên Kurd me dît ku 8’ê Adara îsal li gelek ciyên weke Dêre Zor, Tebqa û hwd. bi rengên cûr be cûr hatin pîroz kirin. Her wiha me dît ku li Bakûrê Kurdistanê di dema azanê de polîsên AKP’ê êrîşî jinan kirin, ji bo wê jî em dibêjin, yên ku vê sîstemê birûxînin jin in. Rêxistin çi dibe bila bibe yên ku azadiya civakê pêk bînin jin in. Çawa me li Rojavayê Kurdistanê dît ku bi pêşengiya şervanên YPJ’ê çong li çeteyên DAIŞ’ê hate şkandin wê li Bakûrê Kurdistanê jî bi pêşengiya Leylayan dawî li dagirkeriya AKP û MHP’ê were.”

'DEM DEMA WÊ YE KU HER KES BI RÛKENÎ BI HEV RE BIJÎ'

Mêrdîn bi gotina em pergala ku li ser keda jinê hatî avakirin red dikin dirêjahî li axafina xwe anî: “Em dibînin ku rojane li dewletên ku qaşo xwe bi demokrasî binav dikin jin têne qetilkirin, tecawiz li wan tê kirin, têne tacîzkirin û bi her cure êşkence li wan tê kirin. Em pergala ku li ser keda jinê hatî avakirin red dikin, ji bo komkujiyên weke Şengal car din neyêne jiyîn pêwîst e em tekoşîna xwe geştir bikin. Tekoşîna me çiqas bilind be wê encam jî ewqas serkeftî be, êdî dem ew dem e ku her kes bi rûkenî bi hev re bijî.”

'BI BERXWEDANÎ Û TÊKOŞÎNA RÊBERTÎ Û GELÊ ME WÊ DIJMIN NEGIHIJE ENCAMÊ'

Mêrdîn got ku çalakiya çalakgerên girevên birçîbûnê çalakiyên şoreşgerane ne û domand,“Ev helwest û çalakiyên şoreşgerane ji bo daxwaz û azadiya tevahî gel û civakan e. Ev tecrîda ku îro li Imralî heyî li Tirkiyê jî li ser civakê jî heye, ji bo wê pêwîst e em her di nav çalakiyan de bin û tecrîdê bişkînin. Bi berxwedanî û tekoşîna Rêbertî û gelê me wê dijmin negihêje tu encaman. Bêguman dema tecrîd şikest wê azadiya gelan jî pêk were. Rexnedayina hevala Leyla Guven ji bo rêbertî dayî rexnedayina me tevan e, em rexnedayina wê jî bi şkandina tecrîdê didin.”

'BI RIHÊ BERXWEDANIYA LEYLAYAN Û BI AGIRÊ MEZLÛMAN NEWROZÊ PÎROZ BIKIN'

Mêrdîn di dawiya axafina xwe de bal kişande ser êrîşên hikûmeta herêmê li ser navendên RJAK’ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirrengiya ku di 8’ê Adarê de li Başûrê Kurdistanê derketî bi pêşengiya RJAK’ê bû, ji bo wê dijmin ev serkeftina jinan nepejirand û êrîş birin ser navendên jinan RJAK’ê. Em di wê baweriyê de ne ku ew rihê jinê û gelê me yên Başûrê Kurdistanê li Şêladizê nîşan dayî wê her tim berdewam  be. Em bi rihê berxwedaniya Leylayan û bi agirê bedena Mazlûman Newroza îsal pîroz dikin.”