Li welatên Latîn xwepêşandanên ji bo Lûcîa Pêrez

Li Arjantînê, ji bo Lûcîa Pêrez a 16 salî ku hefteya bihurî bi hovane hat kuştin, xwepêşandan hatin lidarxistin. Li gelemperiya welêt, ji bo saetekê dest ji kar hat berdan.

Ji bo piştgiriyê bidin gelê Arjantînê, jinên li gelek welatên Latîn daketin qadan.

Roja 8'ê Cotmehê, bazirganên narkotîkê bi zorê kokaîn dabûn Lûcîa Pêrez, dûre dest avêtibûn wê û piştre bi rengekî hovane îşkence lê kiribûn. Pêrez ji ber van derbên giran, li nexweşaxneyê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Piştî vê cînayeta hovane gelê Arjantînê rabû ser piyan. Li gelek bajaran ji saet 13:00 û pê ve ji bo saetekê dest ji kar hat berdan. Di çarçoveya van çalakiyan de li Bûenos Aîres û gelek bajarên mezin xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de pankartên bi nivîsa "Bila jineke din kêm nebe", "Em dixwazin ew bijîn" hatin hilgirtin. Ji bo piştgiriyê bidin van çalakiyan li Şîlî, Meksîka, Ûrûgûay û Spanyayê jî xwepêşandan hatin lidarxistin.