Li Tirkiyeyê girtina TV û radyoyan li Wûppertalê hat protestokirin
Girtina qenalên Kurdan û mûxalîfan ên ji hêla desthilatdariya Erdogan-AKP’ê, li bajarê Wûppertalê bi çalakiyek girseyî hate protestokirin.
Girtina qenalên Kurdan û mûxalîfan ên ji hêla desthilatdariya Erdogan-AKP’ê, li bajarê Wûppertalê bi çalakiyek girseyî hate protestokirin.
Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, bi Biryarnameyên Di Hikumê Qanûnan de astengkirina weşana televîzyon û radyoyên mûxalîfan û her wiha desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê ku li Tirkiyeyê ji hêla desthilatdariya AKP’ê pêk tê, bi çalakiyek girseyî hate protestokirin.
Girseya ku bi banga Meclîsa Jinê ya Viyan a Wûppertalê li City Arkadenê kom bû, bi dirûşmeya “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin” dest bi meşê kir. Domahiya meşê dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Qatilê Zarokan Erdogan”, “Zext Nikarin Me Bêzar Bikin”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “PKK Gel E Gel Li Vir E” hatin berzkirin.
Piştî meşê daxuyanî hate dayîn û hate gotin ku wê li dijî tundî û zextên ku desthilatdariya AKP/Erdogan dike wê wek jin her tim li qadan bin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çi dibe bila bibe wê ti carî serî li ber zextên AKP û Erdogan netewînin û têkoşînê mezin bikin.