Li Swîsreyê zewacên bi zorê û mafên jinan hate gotûbêjkirin

Di semînerê de ku li Lozanê ya Swîsreyê hate lidarxistin, hate bibîrxistin ku li dijî zewicandinên bi zorê cezayên giran hene.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Lozan a Swîsreyê têkîldarî zewicandinên bi zorê, tundiya malbatê û mafên jinan semîner hate lidarxistin. Hevmidûreya Bernameya Federal a Têkoşîna Li Dijî Zewicandinên Bi Zorê Etnolog Anne Neubauer û Hiqûqnas-Şêwirmenda Civakî Guadalupe Ludicibus wek qiseker tevlî semînerê bû.

Destpêkê Neubauer têkîldarî zewicandinên bi zorê axivî, rewşa qanûnî ya li Swîsreyê ragihand û got; “Pêwîst e zewac bi îradeyek azad pêk were.” Neubauer destnîşan kir ku li Swîsreyê li dijî zewicandinên bi zorê sepanînên cezayê giran hene, diyar kir ku jin û mêr di her qadê de xwedî heman mafan e.

Guadalupe jî têkîldarî tundiya malbatê û mafên jinê yên li welêt agahî parve kirin.

Piştî pirs û bersivan, semîner bi dawî bû.

 

...