Li Swêdê ji bo azadiya Ocalan jinan dest bi Meşa Dirêj kir

Meşa Dirêj ya ku jinên Kurdistanî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û azadiyê bi dest bixe ji Ûppsala ber bi Stockholmê dan destpêkirin, didome.

Li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd a Sara ya Swêdê, Însiyatîfa Jina Kurd a Orebro, Însiyatîfa Jina Kurd a Borlange, Komtîeya KJAR a Karlstad, Ji bo Entegrasyonê Jinên Kurd a Goteborg, Însiyatîfa Jina Kurd a Goteborg, Meclîsa Jina Kurd a Amara, Komîteya KJAR a Stockholmê, Însiyatîfa Jina Kurd a Norwecê, Meclîsa Jinê ya Sevê ya Danîmarka, Komuna Jinê ya Warşîn a Gavle, Dayikên Kurd a Swêdê, Însiyatîfa Jinê ya Ûppsala û Dayikên Kurd a Karlstad, Kurdistanî saet 14.00’an li Meydana Storatorget a Ûppsalayê kom bûn û pêşandanek li dar xistin.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên şoreşê, li ser navê rêxistinên ku meşa dirêj organîze dikin daxuyaniyek hevpar hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev sal û nîvek e tecrîdkirî ye, destûra hevdîtina malbat û parêzeran nayê dayîn, her wiha tê ragihandin ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê jî fikarên mezin têkîldarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbûne.

Rêxistinên jinan diyar kirin ku ji bo hebûn û siberoja jinan Abdullah Ocalan xwedî girîngiyek mezin e, destnîşan kirin ku bi saya îdeolojiya Ocalan bi hezaran jinan di nav têkoşînê de ku li dijî sîstema zilam serwer û civaka bi çîn tê meşandin, cih girtin.

Piştî daxuyanî hate xwendin, çalakvanên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan, alên KCK, PKK, KJAR wergirtî bi dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî Ji Kurdistanê Re Statu”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Azadiya Ocalan Azadiya Me Ye”, “Ocalan Gel E, Gel Em In” berz kirin û ber bi Stockholmê ve ketin rê.

Jinên ku danê êvarî gihiştin navçeya Marsta ya Stockholmê, êvarî piştî li avahiya Mala Gel man wê danê sibehê meşê bidomînin. Tê payin ku çalakvan saet 19.00’an xwe bigihînin Stockholmê û tevlî 20. Festîvala Çanda Kurd a Skandînavyayê ku wê li Sollahallenê bê lidarxistin bibin.