Li ser navê Dayika Berfo pirsîn: Cemîl Kirbayir li kû ye?
Dayikên Şemiyê di serî de Cemîl Kirbayir, aqûbeta kesên ku di 12’ê Îlonê de hatine windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê di serî de Cemîl Kirbayir, aqûbeta kesên ku di 12’ê Îlonê de hatine windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê cara 598’an li Meydana Galatasarayê li hev kom bûn. Wek her sal duyemîn hefteya meha Îlonê, vê hefteyê jî xizmên windahiyan ji bo “darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê û yên di êşkencexaneyên 12’ê Îlonê hatine windakirin neyên jibîrkirin”, aqûbeta kesên ku dema 12’ê Îlonê hatine windakirin pirsîn.
Parêzera Malbata Kirbayir Eren Keskîn got, “Dewletê her tim derew li gelan kir. Derewa herî mezin jî li dayikan kir” û Berfo Kirbayir a ku 105 salî û bêyî xwe bigihîne hestiyên kurê xwe çû ser dilovaniya xwe bi bîr xist.
Keskîn diyar kir ku hê têkîldarî windakirina Cemîl Kirbayir dozek jî nehatiye vekirin, got serlêdana wan a DMME guncav hatiye dîtin û li benda bersivê ne.
Xwişka Cemîl Kirbayir, Fatma Kirbayir anî ziman ku hişmendiya 12'ê Îlonê dewam dike û got Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan soza dîtina birayê min da diya min û xwest Erdogan soza we bicîh bîne.
Birayê Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî bi bîr xist ku di rapora Meclîsê de hatiye gotin ku birayê wî Cemîl ne sûcdar bûye û got ku lê, li gel vê yekê heta niha dozek nehatiye vekirin û got: "Bê edaletiye li Wezareta Edaletê didome. Em hestiyên xwe dixwazin, hestiyên me jî nadin. Dema dayika min Berfo jiyana xwe ji dest da, me ji bo birayê min jî gorek kola, niha dayikamin Berfo hembêza xwe vekiriye û li bende Cemîlê xwe ye.'
Daxuyaniya hefteyê ji hêla Hayrettîn Erenê di 21'ê mijdara 1980'î de li Stenbolê hat binçavkirin û windakirin Îkbal Eren xwend. Eren destnîşan kir ku ew ê têkoşîna dayika Berfo ji cihê ku maye bidomînin.