Li Qamişloyê jinek bi bivir hate kuştin!

Li Qamişloyê jinek bi bivir hate kuştin!

Li Qamişlo jina bi navê Fexriya Hamid, dema ku di xew de bû  ji aliyê hevserê xwe ve , bi bivir hate kuştin. Hevserê kujer 2 zarokên xwe revandin û berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Li ser sînor ji aliyê hêzên asayişê ve hate binçavkirin.

Li Qamişloyê jina bi navê Fexriya Hamid, piştî ku nakokî di navabera wê û hevserê wê de rû da, hevserê wê Mihemed Şêrîn dema ku gava hevsera wê di xew de bû, bivir lê xist û ew kuşt. Şêrînê ku hevsera xwe kuşt 2 zarokên xwe revandin û berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Li ser sînor asayişên Dêrikê Mehmed Şêrîn girtin binçavan.

Birayê Fexriya Hamid diyar kir ku hevserê Fexriya bê kar bû û tim hevsera xwe bi kuştinê tehdîd dikir. Her wiha cîranan jî diyar kirin ku gelek caran nakokî di navbera wan de derdiket.