Li Qamişlo Meclisa Jinan civîna xwe ya asayî li dar xist

Li Qamişlo Meclisa Jinan civîna xwe ya asayî li dar xist

Di navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê ya Qamişlo, meclisa jinan a Qamişlo bi armnca nirxandina xebata xwe ya 6 mehan, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Li Qamişlo civîna asayî ya meclisa jinan, li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê li dar xistin. Civîn bi deqeya rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Henîfa Hisên li ser pêşketinên ku Rojavayê Kurdistanê û Sûryayê diqewimin, axivî û da zanîn ku divê gelê kurd haydar be û qonaxa ku tê baş bişopîne.

Hisên bal kişand ser êrîşên ku li dijî gelê kurd li Serêkaniyê û taxên kurdan li Helebê tên kirin û diyar kir ku êrîş tev ji heman navendê ne. Hisên da zanîn ku hemû belge aşkere dikin ku destên Tirkiyyeê di komkujî û êrîşên li Serêkaniyê û Helebê hene.

Di dewamiya axaftina xwe de Hisên gêrilaya PKK'ê Viyan Soran a ku di 2'ê sibata 2006 an de li Herêmên Parastina Medyayê, bi armanca şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çakakiya xweşewitandinê li dar xist, bi bîr anî û destnîşan kir ku rêvebirên mîna Soran nimûneya jinên azad nîşan didin. Di dawiyê de Hisên tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermeazar kir.

Piştî Hisên axaftina xwe bi dawî kir rapora 6 mehan hate xwendin û ji aliyê endaman ve hate nirxandin her wiha bernameya 6 mehên li pêşiya meclisê hatin danîn û endamên meclisê pêşnyar û nîqaş kirin.