Li Parîsê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate protestokirin

Li paytext Parîs a Fransayê li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê bi çalakiyekê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate protestokirin.

Li paytext Parîs a Fransayê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, di pêşengtiya Tevgera Jina Kurd a Ewropayê hate protestokirin.

Jinên Kurd ên ku li pêşiya Sefaretxaneya DYA a Parîsê kom bûn, wêneyên Ocalan hildan û dirûşmên mîna “Ji Ocalan re azadî” û “Bimre Îxaneta Komploya Navneteweyî” qîr kirin.

Jinên ku li pêşiya avahiya Sefaretxaneyê çelenga reş danîn, belavok belavkirin û çalakiya xwe bidawî kirin.

...