Li Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin

Li paytext Parîs a Fransayê bi daxwaza ku berpirsên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an diyar bikin, li pêşiya parlementoyê çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa li Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Çalakî di saet 15:00’an de li pêşiya Parlementoya Fransa bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Kurdistanî û Yekîtiya Jinên Sosyal (SKB) jî piştgirî kirin.

Di çalakiya ku flamayên her 3 jinên şoreşger hatin bilindkirin de, têkildarî qetlîamê belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”,“Jin Jiyan Azadî” û “Em edaletê dixwaz in” bi dawî bû.

...