Li Parîsê çalakiya edaletê

Li paytext Parîs a Fransayê bi daxwaza ku berpirsên qetlîama 9’ê Çileya 2013’an a yek ji Damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endam Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez diyar bikin, çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Bi daxwaza faîlên yek ji damezrênara PKK’ê Sakîne Caniz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin diyar bibe, îro jî li pêşiya avahiya Parlementoya Fransayê li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropa weke har Çarşemê îro jî li Parîsê çalakiya edaletê hate lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên ku di saet 15:00’an de li pêşiya Navenda Civak Kurd a Demokratîk kom bûn ji 147 Rûe La Fayette heta pêşiya avahiya Buroya Enformansyon a Kurdistan meşiyan daxwaza edaletê dûbare kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne”,“Jin Jiyan Azadî” û “Em edaletê dixwaz in” bi dawî bû.

Di çalakiya ku flamayên her 3 jinên şoreşger hatin bilindkirin de, têkildarî qetlîamê belavok hatin belavkirin. Piştî li pêşiya avahiya Buroya Enformansyon a Kurdistan ji bo her 3 jinên şoreşger deqeyek rêz hate girtin û şûn de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de wiha hate gotin: “Edaleta Fransa neçare ku destên qirêj ên li pişt vê qetlîamê ronî bike. Em ê her hefteyê li vir bin û hesab bipirsin.”

...