Li Munchen û Marsîlyayê çalakiyên edaletê

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê, çalakiyên bi daxwaza edaletê hatin lidarxistin.

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo ronîkirina komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a li Parîsê, çalakiyên bi daxwaza edaletê hatin lidarxistin.

MUNCHEN

Ji bo yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Munchenê çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komuna Jinên Kurd Sara ve hat organîzekirin û li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat. Di çalakiyê de ji hikûmeta Fransayê hat xwestin, ku kiryaran eşkere bike û derxîne pêşberî dadgeriyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em soz didin Cansiz, Dogan û Şaylemez; heta cînayet ronî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin." Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşger hatin hildan.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Meclîsa Jinê Arîn Mîrkan, ji bo kiryarên komkujiya li Parîsê bê ronîkirin mîna her Çarşemê duh jî çalakiya 'em edaletê dixwazin' lidar xist.

Bi vê armancê li ber Walîtiya Marsîlyayê stant hat danîn, belavok hatin belavkirin û pankartên bi nivîsa "Hûn sûcdar in, ji ber ku hûn bêdeng in", "Jinên azad bi dilsoziya bi Sêvê û Sarayan re civaka azad ava dikin", "Na ji sûîqestên polîtîk re", "Edalet ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla" hatin vekirin.

...