Li Lîzbonê li ser têkoşîna Kurdan û jina Kurd panêl

Li payetext Lîzbonê li ser ‘’Konfederalîzma Demokratîk û Şoreşa Jinê li Rojava’’ panêlek hate lidarxistin. Di panêlê de Kiliç axivî û li ser rista berxwedana Kurdan û jinan a di şoreşê de sekinî.

Li paytexta Portekîzê Lîzbonê ji hêla Şanoya Marîa Matosê ve panêleke bi navê ‘’Konfederalîzma Demokratîk û Şoreşa Jinê ya li Rojava hate lidarxistin. Ji nûnertiya Tevgera Jin a Kurd a Navnetewî Nursel Kiliç axivî.

Şanoya Marîa Matos her sal bi mebesta ku têkoşîna gelan bi gelê wan re bigihîn hev ceribandina şoreşê ya herêmê û çalakiyên têkoşînê ji xwe re dike mijar. Mijara sereke ya îsal jî ‘’Demokrasiya xwecih û ceribandinên xwerêveberiyê’ bûn. Şanoya Marîa Matos ev jî bi modêla Rojava li ber beşdaran danî û nûnerê Jin a Kurd Navnetewî Nursel Kiliç vexwend.

COUTÎNHO: DIVÊ TÊGIHÎNA KURDAN BERBIÇAV BIBE

Derhênerê Şanoyê Lîlîanna Coutînho di axaftina moderatorî ya panêlê de got, cara pêşî ye ku Portekîz ji bo têkoşîn û ceribandinên Kurdan bide nasîn çalakiyeke wiha dike û behsa giringiya vê kir. Coutînho diyar kir, li Portekîzê bi xebatên wiha têgihîneke li ser Kurdan wê berbiçav bibe.

KILIÇ: BI XÊRA PARADÎGMAYA BIRÊZ OCALAN

Kiliç jî dema ku dest bi axaftina xwe kirî diyar kir bê ka qerefîlên ku beşdareke Portekîzî dayê û sembolek ji şoreşa Portekîzê bû ji bo Kurdan tê çi maneyê. Diyar kir ku Kurd bi qerefîlan şehîdên şoreşê bi rê dikin, şervanê YPG’ê Marîo Nunes Kendal bi bawermendî tevlî nav berxwedana sîstema konfederal û nirxên Şoreşa Rojava bû û şehîd bûbû bi bîr anîn.

Kiliç diyar kir ew li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstema Konfederalîzma Demokratîk ava kirine û di şer û kaosa Rojhilata Navîn de li van xakên ku her roj mirin lê çêdibin û berdêl têne dayin behsa girîngiya berxwedanê kir. Kiliç diyar kir Têkoşîna Azadiya Jinê ya ku ev 30 sal in berdewam e, bûye sembola Şoreşa Rojava, jin ji bo ku di avakirina sîtemê de cih bigirin di hemû mekanîzmayan de cihê xwe dibînin. Kiliç diyar kir şervanên jin bi çeka li ser milê wan û îdeolojiyeke qeyîm li dijî sîstema zilamzaliyê têkoşîneke qeyîm ji wan re mîras maye.

BAL HATE KIŞANDIN SER HDP’Ê Û BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ

Kiliç diyar kir weke modêlekê li her devera Kurd lê dijîn hewl tê dayin ku sîstema Konfederalîzma Demokratîk were avakirin û bal kişanda ser projeya HDP’ê, berxwedana xwerêveberiyê û êrîşên qirker ên dewleta Tirk. Kiliç diyar kir tirsa herîm ezin a hêzên navnetewî û dewletê herêmê ev modêla alternatîf e û hewl didin ku berbelavbûna vê îdeoljiyê li Rojhilata Navîn asteng bikin û ji bo ê jî Ocalan dixin tecrîdê.

Kiliç behsa pêkanînên faşîstî yên AKP’ê kir û giritina tv’yên Kurdan  û muxalîfan jî weke mînak nîşan da.

...