Li Frankfûrtê çalakiya edaletê: Em ê ji bîr nekin

Li Frankfûrtê, ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Meclîsên Jinê yên Amara, Sara û Nûjîn, çalakî organîze kirin û pankarteke reş û sê find danîn ber deriyê konsolosxaneyê. Jinan dan xuyakirin, ku ew ê çalakiyên xwe heta bicihhatina edaletê bidomînin.

Jin piştre bi rengekî girseyî tevlî mîtînga li Haûptwacheyê bûn, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Med Nûçeyê hat lidarxistin.

...