Li Estonyayê yekemcar jinek bû Serokkomar

Di dengdana li parlamenta Estonyayê de, yekemcar jinek ji bo Serokkomariyê hat hilbijartin.

Ji bo hilbijartina kesê bikeve şûna Serokkomar Toomas Hendrîk Îlves, li parlamenta Estonyayê dengdan hat kirin. Di encama vê dengdanê de biyologa navdar Kerstî Kaljûlaîd weke yekem Serokkomara jin a welêt hat hilbijartin. Kaljûlaîd a 46 salî, di tûra şeşemîn a dengdanê de 81 ji dengê 98 parlamenteran stand.

Ji Serokwezîrên berê û komîserên Yekîtiya Ewropayê Sîîm Kallas û Wezîra Karên Derve ya berê Marîna Kaljûrand weke hevrik derketibûn pêşberî Kerstî Kaljûlaîd.

Kaljûlaîd ku demeke dirêj weke biyologekê di cîhana zanistê de cih girt, ji sala 2004'an û vir ve weke nûnera Estonyayê di Dadgeha Hesab a Ewropayê de cih digirt, ku li dozên malî yên welatên Ewropayê dinêrî.