Li Enqereyê 8’ê Adar: Bila dewlet bêdeng be, jin bi axivin

Li Enqereyê 8’ê Adar: Bila dewlet bêdeng be, jin bi axivin

Li Enqereyê di 8’ê Adara Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê de hate xwestin ku Komkujiya Parîsê bê ronî kirin. Dema ku navê 3 jinên siyasetmedar yên Kurd hatin xwendin jinên li qadê bi yek dengî gotin ‘li vire’. Rojnamevana jî ji ber polîsên rêgirtine makîneyên xwe danîn erdê û protesto kirin.

Çalakiya 8’ê Adarê ku ji aliyê Platforma Jinan ya Enqereyê ve ku ji gelek saziyên sivîl, sendîka û odeyên pişeyî pêktê hat organîze kirin, li duriyana Koleyê destpê kir. Bi sedan jinên ku li vir kombûn ji bo biçin cihê mitîngê ber bi Ziya Gokalpê ve meşiyan. Jinên Kurd yên ku bicilên renga reng yên netewî ketin meşê, di korteja BDP’ê de pankartên “ Ji Rozayan heya Sakîneyan, soza we soza me ye, rêya we rêya me ye” û dowîza “Jin jiyane, jin zimane”, “Ji Ocalan re azadî ji gelê Kurd re statû” balkişandin.

Jinên Kurd dema ku navê 3 jinên siyasetmedar yên Kurd ku li Parîsê hatibûn qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şayelemez hatin xwendin, bi yek dengî gotin “Li vire”.

Çalakiya ku jinên ji qismên cûda anîn gel hev, rojnamevana jî ji ber astengiya polîsan objektîfên xwe danîn erdê û weke sala borî protesto kirin.

Jinan bê navber sloganên li dijî tundiya jinê avêtin û li ber strana govend girêdan. Weke sala borî îsal jî daxuyanî bi zimanê Kurdî Û Tirkî hatin xwendin. Di daxuyaniyê de daxwaza mafê LGBT yan jî hate kirin.

Her wiha di çalakiyê de komkujiya Parîsê ya li dijî jinên Kurd hate şermezarkirin û hate xwestin ku kujer bêne dîtin û bÛyer bê ronî kirin. Çalakiya 8’ê Adarê ya Enqereyê ku bû şahidê dîmenên renga reng piştî axaftinan bi girêdana govendê bidawî bû.