Li Efrînê akademiya jinê hate vekirin

Li Efrînê akademiya jinê hate vekirin

Di çarçovya xebatên jinê de li bajarê Efrînê Akademiya Fikir a Star hate vekirin.

Li Rojavayê Kurdistanê tevgera jinan Yekîtiya Star, xebatên xwe yên birêxistinkirin û perwerdekirina jinan her ku diçe berfireh dike. Di çarçoveya xebatên tên meşandin de, li bajarê Efrînê Akademiya Fikrê ya Star hate vekirin.

Bi boneya vekirinê merasimek hate lidarxistin. Di merasima ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir de, endama Yekîtiya Star Cîhan Efrîn axaftine kir û vekirina navendê li jinan pîroz kir. Efrîn bal kişand ser pêkanînên ku rejîma Baas li ser jinê heta niha meşandine û bang li hemû jinan kir ku, li dijî van pêkanînan tevlî akademiyê bibin û xwe pêş ve bibin, her wiha di warê zanistî de pêngavan bi avêjin.

Efrîn got ku, hemû jinên kurd, ereb û xiristiyan dikarin cihê xwe tê de bigirin.

Di merasîmê de li ser navê PYD û TEV-DEM'ê jî axaftin hatin kirin û akademî û 8'ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin.